Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hikumeta Şamê yên li ‘herêma bêçek’ topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Fetih El-Mubîn bersiva êrışên hikumeta Şamê yên li dijî nuqteyên wan ên li çiyayê El-Zawiye yê gundewarên Idlibê da û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hikumeta Şamê yên li ‘herêma bêçek’ topbaran kirin
24 hezîran, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ‘Odeya Fetih El-Mubîn’ nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên Foca 46, Mîznar û Kefer Heleb ên li rojavayê gundewarên Helebê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê di çend saetên dawîn de herêmên Tiqad, Bilinta, Hebata, Bahfîs, Kefer Ema û herêmên din ên li rojavayê Helebê kiribûn hedef, bêyî ku agahiyên der barê zirar û ziyanan de werin bidestxistin. Her wiha eniyên şer ên li çiyayê Zawiye yê başûrê gundewarên Idlibê kiribûn hedef.

SOHR`ê bi bîr xist ku li eniya Kefer Nibul a başûrê Idlibê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê bi guleya sekvanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Ji ber şerê di navbera çeteyên El-Fetih El-Mubîn,  artêşa Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de li eniya Diwêr a li ser rêya navneteweyî ya bakurê Seraqibê  tevgera çûn û hatinê ya li ser rêya navneteweyî M5 qut bûye.

(şx)