Şehîdên meha Nîsan, Gulan û Hezîranê li Amûdê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo 40 şehîdên ku di dem û salên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şehîdên meha Nîsan, Gulan û Hezîranê li Amûdê hatin bibîranîn
23 hezîran, 2021   12:03
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ji bo bîranîna 40 şehîdên ku di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de, di hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê û êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, merasîmek li dar xist.

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl a Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan ên li navçeyê tev li merasîma ku li Holê Kerem hatiye lidarxistin, bûn.

Meclisê hola merasîmê bi wêneyên cangoriyên azadiyê, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Malbatên Şehîdan xemilandibûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Şîlan Silêman tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi sedan zarokên Amûdê di oxira parastina gel, axa xwe û rizgarkirina herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê, canê xwe feda kirin. Em jî wek malbatên şehîdan dê rêyê wan bişopînin û destkeftiyên wan heta dawî biparêzin."

Di dawiya merasîmê de, wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(dm)

ANHA