Encamên werşeya kar a Meclisa Jinên Sûriyê eşkere bûn

Meclisa Jinên Sûriyê li Minbicê bi rêya werşeya kar ku li hola pirûtkxaneya Mihemed Menla Xizêl hate lidarxistin, girîngtirîn destûrên li Sûriyê nîqaş kirin.

Encamên werşeya kar a Meclisa Jinên Sûriyê eşkere bûn
23 hezîran, 2021   13:59
MINBIC

Nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û endamên Melisa Jinên Sûriyê tev li werşeyê bûn.

Di destpêkê de, Endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinên Sûriyê Xedîce Şewax der barê girîngtirîn destûrên Sûriyê de got: "Her guhertineke siyasî pêwîst dike ku destûr were guhertin yan jî veguhertin. Tevî ku gelek destûrên Sûriyê hene, lê girîngtirîn destûr di sala 1950`yî de bû."

Xedîce Şewax wiha domand: "Ji sala 1920`an ve destpêka avakirina serxwebûna dewleta Sûriyê ji dewleta Osmanî bû. Yekemîn destûra melek Feysel 1920`an de li Sûriyê hate bikaranîn, lê nehat berdewamkirin, ji ber welat rastî êrişên Fransayê hat û tenê di aliyê şekil û mekanîzmeya veguhertina serweriyê de ma."

Xedîce Şewax di axaftina de behsa derbeyên leşkerî ku li Sûriyê çêbûne kir û da zanîn ku welat derbasî pêngaveke ji derbeyên leşkerî bû, ji wan derbeya Edîb Şîşeklî û Hisnî El-Zehîm û piştî wê jî destûreke nû ji welêt re bi navê destûra serxwebûnê hate dayîn.

Paşê deriyê nîqaşan der barê destûr, mekanîzme û zehmetiyên ku rastî wan hatin, hate vekirin. Di dawiyê de encamên werşeya kar hatin diyarkirin ji wan; Veqetandina ol ji siyasetê, itîrafa bi hemû neteweyan, misogeriya civakî, beşdarbûna jinê di avakirina destûrê de, derfetê nedin serokê ku zêdetirî carekê were hilbijartin û pirrengiya partiyan li Sûriyê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4LHghTn6PHs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>