Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi Koronayê ketin
23 hezîran, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê diyar kir ku kesên bi Koronayê (Covid-19) ketine 18 mêr û 21 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 8

Qamişlo: 2

Dêrik: 5

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 3

Reqa:10

Tebqa: 6

Minbic: 2

Şehba: 1

Kampa Holê: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên Koronayê 3 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 435 kesan; ji wan 761 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 816 kes jî baş bûne.

(dm)

ANHA