​​​​​​​'Daxuyaniyên El-Herîrî dikevin xizmeta siyasetên dewleta Tirk'

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mihemed Hesen got daxuyaniyên serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî ku bang li dewleta Tirk dike ku êrişî herêmên din ên Sûriyê bike, berjewendiyên dewleta Tirk ên der bar vegerandina împratoriya osmanî pêk tînin.

​​​​​​​'Daxuyaniyên El-Herîrî dikevin xizmeta siyasetên dewleta Tirk'
23 hezîran, 2021   03:08
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Serokê Îtîlfa Sûriyê Nasir El-Herîrî di civîneke çapemeniyê de li Stanbolê di 14`ê Hezîranê de bang li dewleta Tirk kir ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

ZÊDETIRÎ 16 HEZAR KOÇBERÊN EFRÎNÎ LI TIL RIFETÊ NE

Li hemberî van daxwazên Îtîlafa Sûriyê nerazîbûn û bertekên bi hêrs der ketin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li navçeya Til Rifetê zêdetirî 16 hezar efrînî hene ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên terorîst ji warên xwe koçber bûn. Her wiha zêdetirî 6 hezar şêniyên wê yên resen jî hene.

Girêdayî daxuaniyên serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîr, Endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Elî Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Di dema ku çavên hemûyan li ser lihevkirinên siyasî ne ku nakokiya li Sûriyê bi dawî bikin, Nasir El-Herîr bang li dewleta Tirk kir ku herêmên din ên xaka Sûriyê dagir bike.”

Hesen di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk tirkkirina herêmên dagirkirî, guhertina demografiya wê li ser tevahiya astan didomîne, dewleta Tirk zaîfbûna opozîsyona Sûriyê wek kaxezekê bi kar tîne da ku ajande û berjewendiyên xwe pêk bîne. 

`DAXUYANIYÊN EL-HERÎRÎ AZARÊN GELÊ SÛRIYÊ ZÊDE KIRIN`

Hesen piştrast kir ku ev daxuyaniyên El-Herîrî azarên gelê Sûriyê zêde dikin, tevlihevî û nearamî li herêmên Sûriyê derdixin û wiha domand: “Nuqteyek welatparêzî li cem wî tune ye. Tenê ajandeyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne û asta nakokiyê li herêmê zêde dike. Dema rê li pêşiya dewleta Tirk tê vekirin ku opozîsyonê bi vî şeklî bi kar bîne, wê demê tu astengiyek li pêşiya xwe nabîne ku herêmên din ên xaka Sûriyê û heta yên Iraqê dagir bike.”

Hesen wiha domand: “Dagirkirina dewleta Tirk a li beşên din ên xaka Sûriyê û Iraqê nimuneyeke din a osmanî ye ku bi rêya wê dixwaze serfiraziyên dewleta Osmanî vejîne û li gel guhertinên dawîn ên li ser qada Sûriyê û Rojhilata Navîn hewl bide rewşeke nû li herêmê derxe.”

Hesen bang li muxalifên xwedî rûmet kirin ku ji xetereya dagirkeriya Tirk û hewldanên wê hişyar bin.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê got: “Alozî tenê bi rêya diyalogê çareser dibe û pêwîstiya wê bi baweriyeke nîştimanî heye. Ew rêya yekane ye ku gel ji hêzên mêtînger xilas bibe. Civaka navneteweyî li ber vebijêrkên teng bihêle ku doza Sûriyê careke din vegerînin masaya diyalogê ya navneteweyî.“

Her wiha Hesen diyar kir ku MSD`ê ji bo parastina yekitiya Sûriyê ji diyalogê û nêrînan re vekirî ye.

Li gorî Hesen, El-Herîrî ji banga xwe ya dagirkirina herêmên din ên Sûriyê, dixwaze aloziyê vegerîne nuqteya destpêkê û ev lê zêde kir: “Ji xwe li herêmên dagirkirî sûc û binpêkirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên ji Efrînê bigire heta bigihêje Serêkaniyê, Girê Spî û gelek herêmên din. Bi van sûcan gelê Sûriyê baweriya xwe bi wan koman winda kir û tê gihiştiye ku rastiya wan çeteyan çi ye.”

Mihemed Hesen piştrast kir ku heke Nasir El-Herîrî ji dagirkirina herêmên din ên Sûriyê hêvî dike ku heybeta îtîlafê vegerîne, ew di vir de şaş e.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q4AYmOd4mnw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>