Bedran Hemo: Revandina nûner û endamên PYD'ê, xizmeta siyaseta dewleta Tirk e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê, revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyên PYD'  li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK`ê revandin, wekî xizmeta armancên siyaseta dewleta Tirk bi nav kir.

Bedran Hemo: Revandina nûner û endamên PYD'ê, xizmeta siyaseta dewleta Tirk e
23 hezîran, 2021   00:46
HELEB-ARIF SILÊMAN

Hêzên PDK'ê di Di 10'ê Hezîranê de, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD'ê Mistafa Xelîl û Mistafa Ezîz li balafirgeha Hewlêrê revandin.

PDK'ê heya niha der heqê kesên revandî de tu agahî eşkere nekiriye û çarenûsa wan nediyar e.

Di vê der barê de, Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Bedran Hemo ji ANHA'yê re axivî.

Bedran Hemo got gelê Kurdisanê di qonaxek krîtîk re derbas dibe, ji aliyekî ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike, ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk şerê taybet ku tevahî gelê Kurd armanc dike, li ser wan dimeşîne.

Hemo destnîşan kir ku armancên dewleta Tirk ji wan êrişan, gelê Kurd tune bike û destkeftiyên ku di van salên borî de bi dest xistine têk bibe û got: "Divê gel van destkeftiyên dîrokî biparêze."

Hemo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hewldanên belavkirina fitneyê di navbera gelê Kurd de roleke xerab dilîze û wiha dewam kir: "Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyên PYD'ê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve, di xizmeta armancên Tirk de ye û ev diyar dike ku PDK'ê li gorî siyaseta Tirk kar dike. "

Hemo anî ziman ku Başûrê Kurdistanê cihekî aştî, azadî û demokrasiyê bû, lê îro dewleta Tirk bi alîkariya PDK'ê, Başûrê Kurdistanê veguherandiye herêmeke ji bo belavkirina fitne û şerê birakujiyê.

Hemo bang li tevahî hêz û aliyên siyasî yên kurdî kir ku diyaloga kurdî ya neteweyî li dar bixin, da ku hemû nakokiyên xwe yên fikirî çareser bikin û Kurdistanê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin û got: "Di kesayetiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk hemû kurdên Kurdistanê dike armanc. "

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo di dawiya axaftina xwe de berxwedana gelê Başûr ya li pêşberî siyaseta dagirkeriya Tirk silav kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-1EaEQzwr1w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>