Êrişeke qirêj li dijî têkoşîna jinan; Komkujiya Helincê

Rejîma Erdogan a bi sûcan dagirtî ye li hember têkoşîn û destkeftiyên jinan xwe ranagire. Ruxmî wê jî jin ji bo ku hêviyên xwe pêk bînin, van siyasetan ji xwe re nakin bend. Di salvegera yekemîn a Komkujiya Helincê de keça şehîd Emîne Weysî got, wê bi hezaran Zehra, Hebûn û dayika Emîne li ser xaka ku bi xwîna wan hatiye avdan, derkevin."

Êrişeke qirêj li dijî têkoşîna jinan; Komkujiya Helincê
23 hezîran, 2021   01:57
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Li Tirkiye mafên rewa yên jinan tên binpêkirin. Ji dema ku Erdogan gihaştiye desthilatdariyê ve kiryarên hovane û yên kirêt li dijî jinan bi taybet jinên Kurd pêk tîne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bilî destavêtinê devkî rojane gef li jinan tên xwarin an tên revandin an jî tên qetilkirin. Li gorî daneyên fermî di sala borî de li Tirkiye 453 jin hatin qetilkirin. Lê li gorî rêxistinên hiqûqî yên jinan hejmar ji vê zêdetir e. Ev sûc li ber çav û guhên desthilatên Tirkiye pêk tên ku têkiliyên wê yekser bi van sûcan hene.

Di êrişa xwîndar a 17`ê Hezîranê ya li dijî avahiya HDP`ê ya li Îzmîrê de endama partiyê Denîz Poyraz hate şehîdxistin, bi heman hovîtiya sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmeha 2019`an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin. Ev yek zihniyeta Erdogan a li hemberî jinên ku hemberî zulmê, çewisandinê û koletiyê serî hil didin eşkere dike.

Ev sûc biryara serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan a vekişandina ji Peymana Stenbolê di 1'ê Tîrmeha bê de piştrast dike, ku ev biryar rastî bertekên tund hat.

Peymana Stanbolê sala 2011`an hat îmzekirin, ji aliyê Meclisa Ewropayê ya ne girêdayî Yekitiya Ewropayê ve hat dayîn. Armanca wê ew e ku çarçoveyeke qanûnî ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û tundiya malê ava bike.

KOMKUJIYA HELINCÊ

Erdogan bi rêya çeteyên xwe ajandeyên xwe yên derve pêk tîne. Jinên li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk a dagirker rastî kuştin, revandin, destavêtinê tên û bi zorê bi çeteyan re tên zewicandin.

Hebûna balkêş a jinan di warên siyasî û leşkerî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyên Erdogan û alîgirên wê yên xwedî zihniyeta mêran a desthildar zêde kirin ku qeydên li ser jinan li Tirkiye hatine ferzkirin bişikîne.

Ji ber wê gelek caran û heta her tim jî dewleta Tirk hewl da û dide vîna jinên berxwedêr ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne. Di 23`yê Hezîrana 2020`an de droneke artêşa Tirk a dagirker mala sivîlekê li gundê Helincê yê başûrê Kobanê kir hedef û di encamê de du endamên koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê û xwediya malê dayîka Emîne şehîd ketin.

HER SÊ ŞEHÎD KÎ NE?

Bi destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê re ku çirûska wê li Kobanê vêket û li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, her du şehîdên Kongreya Star kar û xebatên hêja pêşkêş kirin da ku wêneya jina azad û adil nîşan bidin. Ji bo doza Kurd û ji bo ku jin mafên xwe bi dest bixin, tê koşiyan. Dayîka Emîne jî xwedî kesayeteke welatparêz bû.

Zehra Berkel (33) li Kobanê ji dayîk bûye. Di hemêza malbateke welatparêze de ku ji 4 bira û 5 xwişkan pêk tê mezin dibe. Bi xwe xwendekarê fakulteya hiqûqî ya zanîngeha Helebê bû. Bi destpêkirina şoreşê re dev ji xwendinê xwe berdide û tev li şoreşa Rojava dibe.

Zehra di gelek saziyan de kar kiriye, sala 2013`an di Weqfa Jinan de, piştre di Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, dûre di Hevya Sor a Kurd de, piştî wê dibe hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Kobanê, di sala 2017`an dibe hevseroka Şaredariyên Gel, piştî wê jî di hevserokatiya Desteya Edaletê de kar dike û wêneya jina azad ya adil nîşan dide.

Piştî lidarxisitna konferansa 8`an a Kongreya Star sala 2018`an, li ser asta herêma Firatê wek endamê koordînasyonê tê hilbijartin. Li herêmên erebî yên li Eyn Îsa, Girê Spî û Sirîn kar dike da ku asta bîrdozî ya jinan pêş bixe û wan ji fikirê desthilatî rizgar bike. Ji bo azadiya jinan jî gelek ked daye.

Hebûn Mele Xelîl (39) navê wê yê rastîn Bedîha ye. Li gundê Bender ê rojavayê Kobanê ji dayîk bûye, di hemêza malbateke welatparêz û têkoşer de ku ji 9 bira û 12 xwişkan pêk tê mezin dibe.

Hebûn heta refa 8 dixwîne, lê ji ber rewşa jiyanî ya malbatê ya dijwar dev ji xwendinê berdide û di çandiniyê de dixebite. Sala 1999`an ji bo azadiya jinan û rêber Abdullah Ocalan dest bi têkoşînê dike.

Piştî êrişa DAIŞ`ê ya li dijî Kobanê di 15`ê Îlona 2014`an de Hebûn tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Di xendekên pêşîn ên berxwedana li dijî çeteyan de cih digire. Li rex hevalên xwe şer dike û destanên lehengiyên xêz dikin. Piştî tunenkirina DAIŞ`ê bi hêviya pêkanîna edaletê ji bo jinan û xilaskirina wê ji zihniyeta mêran wek endameke Koordînasyona Kongreya Star dixebite.

Dayika Emîne Weysî (55) ji gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê ye. Dayika 2 keç û 3 kuran e. Bi kesayeta xwe ya welatparêz tê naskirin. Ji bo doza Kurd û mafên jinan kar kir.

Dayika Emîne ji bo birêxistinkirina jinan û civakê kar û xebat (karê cepewî) ji ber zexta hikumeta Şamê bi awayekî veşartî kar dikin. Wê demê mehane civîn ji jinên gund re li dar dixistin. Mala xwe ji hemûyan re vedikir. Bûbû mala çareserkirina pirsgirêkên gel û jinên gund.  

Dayika Emîne zarokên xwe li ser hezkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna wê di jiyanê de mezin dike. Ji wan re mîraseke bi welatparêziyê û hezkirina welat dagirtî hişt.

Keça dayika Emîne Weysî, Mizgîn Xelîl ku berdevka Koordînasyona Kongeya Star a herêma Firatê ye bi boneya salvegera yekemîn a Komkujiya Helincê ji ANHA`yê re axivî û Erdogan û hikumeta wî muxateb girt û got: “Li şûna wan her sê têkoşeran wê bi hezar Zehran, Hebûn û dayika Emîne li ser vê axa ku xwîna wan hatiye avdan bişkivin.”

Mizgîn soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna wekheviyê û misogerkirina mafên jinan da. Her wiha got divê asta têkoşînê bilind bibe da ku hêviyên her sê şehîdan pêk werin. Divê hemû jin werin birêxistinkriin û civakeke birêxistinkirî ava bibe da ku jin karibin mafên xwe bi dest bixin û azad bibin.

Di 25`ê Hezîrana 2020`an de cenazeyên her sê şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya Başûrê Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

23`YÊ HEZÎRANÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SÛCÊN LI DIJÎ NASNAMEYÊN SIYASÎ YÊN JINAN E

Ji bo bîranîna salvegera yekemîn a Komkujiya Helincê Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî roja 23`yê Hezîranê wekî "Roja Têkoşîna li dijî sûcên li dijî nasnameyên siyasî yên jinan" ragihand. Tê payîn gelek çalakiyên cuda li dar kevin.

(şx)

ANHA