Hiqûqnasekî misrî: Destê "Gurên Boz" di kuştina bi hezaran Kurd, Ermen û Ereban de heye

Serokê Rêxistina Edil û Geşepêdanê ya Mafên Mirovan a li ser asta Rojhilata Navîn Nadî Atif got rêxistina gorên boz a Tirk rêxistineke terorîst e û Erdogan piştgiriya wê dike. Her wiha destnîşan kir ku rêxistina ku di salên 60`î de bi navê Ocakilari tê naskirin destên wê di êrişên terorîst ên mezin de hene.

Hiqûqnasekî misrî: Destê "Gurên Boz" di kuştina bi hezaran Kurd, Ermen û Ereban de heye
19 hezîran, 2021   01:56
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Atif di hevpeyvîneke li gel ajansa me de got: "Ev rêxistin di salên 90`î de êrişî kurdan dikir. Ew bi serkeftina nijada Tirk bawer dike û hewl dide serfiraziya dîroka tirkan vegerîne û careke din gelên Tirk di dewletekê de bike yek. Dijberî neteweyên din mîna kurdan, yewnan û ermenan e."

Atif eşkere kir ku destê rêxistina "Gurên boz" di kuştina bi hezaran kurdan, ermenan, ereban û gelek neteweyên din de heye. Êrişî gelek xwepêşendanên aştiyane yên li Ewropayê kirin. Li ser medyaya civakî çalak e û derxistina şeran teşwîq dike.  Atif got, Parlamentoya Ewropayê di 6`ê Hezîranê de pêşniyar kir ku tevgerên vê rêxistinê li Yekitiya Ewropayê qedexe bibin.

Rêxistina Edil û Geşepêdanê ya Mafên Mirovan a li ser asta Rojhilata Navîn berê ragihandibû ku ew piştgiriya tedbîran dike ku hikumetên Almanya, Fransa û Awusturya yên der darê qedexekirina rêxistina gurên boz de li Ewropayê girtine û wê bi rêxistineke terorîst bi nav bikin.

Berdevkê fermî yê rêxistinê ku rêxistineke misirî ne hokumî ye Zêdan El-Qenaî got hikumetên ewropî yên Almanya, Fransa û Brîtanyayê komeleyên tirkî û rêxistina gurên boz qedexe kirin û wek rêxistinên terorîst ên cîhanê bi nav kirin. Ev rêxistin muslimanên li Ewropayê ji bo hesabê siyasetên Erdogan bi kar tînin.

Rêxistina Edil û Geşepêdanê diyar kir ku gurên boz li ser ewlehiya dewletên yekitiya ewropayê gelek xetere ye, bi taybet ku rêxistineke netewperest, tundraw û dijberiya neteweyên din dike. Rêxistinê bang li desthilatên Ewropayê kir ku der barê têkiliyên vê rêxistinê û komeleyên Tirk yên li Ewropayê di çalakiyên tundrawî de, lêpirsînan vekin nexasim li dijî endamên DAIŞ`ê.

Rêxistinê got dewleta Tirk berpirsa êrişên nijadperest ên li dijî musliman û erebên li Ewropayê ye. Dewleta Tirk muslimanên li Fransa û Ewropayê bi rêya gelek rêxistinan bi taybet li Awusturya, Almanya û Fransayê kontrol dike.

Di destpêka Hezîrana 2021`an de parlamentoya Ewropayê pêşniyara sinifandina gurên boz weke rêxistineke terorîst erê kir. Her wiha tevgerên wê yên di Yekitiya Ewropayê de di 6`ê Hezîranê de qedexe kir.

Di Mijdara 2020`an de parlamentoya Almanyayê nirxandineke girêdayî qedexekirina gurên boz li Almanyayê erê kir. Piştî ku partiyên îtîlafê yên desthilatdar, partiya kesek, partiya demokrat a azad (lîbralî) bi hev re daxwaznameya qedexekirina vê rêxistinê pêşkêş kir.

(şx)

ANHA