Li Hesekê di navbera du eşîran de şer derket: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Hesekê di navbera du eşîran de şer derket. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastinê di seferberiyê de ne.

Li Hesekê di navbera du eşîran de şer derket: Kuştî û birîndar hene
18 hezîran, 2021   21:21
HESEKÊ

Li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê, di dema şahiya dawetekê de di navbera eşîra Miamira û Cihêş de şerekî çekdarî derket.

Li gorî agahiyan kuştin û birîndar hene. Birîndar ji bo nexweşxaneya Hikuma hatin veguhestin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevahî tax dorpêç kir û ji bo rawestandina şer di sefberiyê de ne.

ANHA