Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê kir, da ku rewşa bajêr ji nêz ve bişopîne.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 
17 hezîran, 2021   16:54
MINBIC

Li ser paşxaneya bûyerên di vê dawiyê de li Minbicê rû dane, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê kir.

Li Minbicê şande li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: "Ev serdan piştî bûyerên dawî yên ku li bajarê Minbicê qewimîn pêk tê, ji mafên şêniyên her herêmekê ye ku dakevin qadan û banga xwestekên xwe li gorî qanûnan bikin, heta ku saziyên ewlehî jî parastina van xwepêşandanan bikin."

El-Mihbaş ev li gotina xwe zêde kir: "Lê bûyera ku di vê dawiyê de li Minbicê qewimî, ji çarçoveya xwe bi der ket û di encama van xwepêşandanên ku alozî derketiye û agahî ji aliyên têkildar re ku parastina bikin de nehatin agahdarkirin qurbanî çêbûn. Lê ev yek dikeve xizmeta berjewendiyên dijberî projeya Rêveberiya Xweser."

El-Mihbaş wiha gotina xwe berdewam kir: "Şêniyên ku daketin qadan bê guman mafên wan ên rewa hene û ji mafên wan e banga xwestekên xwe bikin, ger ku kêmanî di madeya sotemeniyê, çemento û buhabûna hin madeyan de heye, ev tevahî mafên rewa ne û divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van daxwazan bi cih bîne."

El-Mihbaş wiha pê de çû: "Divê em ji bîr nekin ku Sûriyê di aloziyekê re derbas dibe ku temenê wê deh sal in. Aloziya Sûriyê ya ku girêtir bûye, jê encamên neyênî û krîzên aborî anîn."

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş di dawiyê de ev got: "Ez hêvî dikim ku tevahî şênî û gelên Minbicê û tevahî eşîr ji ajandeyên derve ku hewl didin fitneyan derxin hişyar bin û nehêlin tu alî xwestekên we ji bo armancên xwe bi kar bînin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zk9Tw6a6MTs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>