Malbenda Çandê ya Helebê fîlmên karton ji zarokan re pêşkêş kirin

Malbenda Çandê ya Helebê li ser gelek projeyên bi armanca bilindkirina asta zanabûn û fikirê li gel zarokan dixebite, ya herî dawî jî pêşkêşkirina fîlmên karton in ku armanc jê gihandina fikrên êrênî û avaker ji zarokan re ye.

Malbenda Çandê ya Helebê fîlmên karton ji zarokan re pêşkêş kirin
Malbenda Çandê ya Helebê fîlmên karton ji zarokan re pêşkêş kirin
Malbenda Çandê ya Helebê fîlmên karton ji zarokan re pêşkêş kirin
Malbenda Çandê ya Helebê fîlmên karton ji zarokan re pêşkêş kirin
17 hezîran, 2021   16:20
HELEB

Ji rêzeçalakiyên bi armanca zanakirina civakê, bi taybet zarokan ku dendika pêşerojê ne, Malbenda Çandê ya Helebê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê însiyatîfek li dar xist, armanc jê jî fikirên erênî bigihînin zarokan, mîna nebaşiya derewan û bandorên wê li ser malbatê û teşwîqkirina li ser duristiyê.

Malbendê bi pêşandana fîlmên karton ên bi naverokên guncaw û bi zimanê kurdî ji zarokên Helebê re dît ku ev pêngaveke baş ji bo îsbatkirina fikirên qenc ji zarokan re ye.

Fîlma ku hatiye pêşandan "Pînkiyo" bû, ew lîstokeke textî ye ku bi destê hûriyeke şîn jan pê tê, jê re dibêje dibe ku ew bibe mirovek rasteqîn heke xwe bawer kir ku leheng, durist û neezez be. Bi wê yekê rêwîtiya lîstokê dest pê dike û dibe xortekî rasteqîn.

‛FÎLMEKE BAŞ BÛ KU BI ZIMANÊ DAYIKÊ YE’

/ar/uploads/files/2021/06/17/155100_naymh-ibrahym.webp

Girêdayî mijarê, zaroka bi navê Neîme Îbrahîm (12) dibêje ew fêrî duristî û dilnizmiyê bûn ku taybetmendiyên kesayeta baş in, derew û durûtî jî taybetmendiyên kesayetên nebaş in. Divê zarok guh bibin malbatên xwe û derewan nekin.

Neîme Îbrahîm kêfxweşiya xwe ji fîlmê re anî ziman ku bi zimanê dayikê yê kurdî bû û hêvî kir ku mîna van fîlman werin pêşandan.

‛ARMANC, GIŞTÎKIRINA SÛDMENDIYÊ YE’

/ar/uploads/files/2021/06/17/155042_lyla-khald.webp

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku armanca sereke ji vê însiyatîfê dagirtina valahiya li gel zarokan di havînê de bi tiştên erênî ye û wiha got: "Gelek pêşniyar ji me re hatin, lê me perwerdeya zarokan bi rêbazên baş bi rêya fîlmên kartûnî hilbijart."

Leyla Xalid da zanîn ku malbat û zarokên fikire bi awayekî baş pêşwaz kirin û dê her roja pêncşemê ji hevteyê fîlm werin pêşandan.

Leyla Xalid li dawiyê got ew hewl didin dewreyên wênexêziyê û dewreyên zimanê ingilîzî vekin, da ku zarokên di krîza Sûriyê de hatine dinê, sûd wergirin.

ANHA