Hilbijartin û amadekarî… Pêşeroja rêjîmê li Îranê wê çi be? – 2

7 namzet ku piraniya wan ji muhafezekarên radîkal in derbasî hilbijartinên Îranê bûne û di nava hilbijartinan de jin qet tune ye. Ji ber wê yekê jî pêşbazî di navbera wan de tune ye û armanca wê jî ew e ku bi rêya demokrasiya şeklî rewabûnê bide wan.

Hilbijartin û amadekarî… Pêşeroja rêjîmê li Îranê wê çi be? – 2
17 hezîran, 2021   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Îran dixebite da ku hilbijartinên serokatiyê di pêvajoya hesas li welêt de, li dar bixe. Ji bo lidarxistina hilbijartinan di vê dema hesas de ne bê sedem in. Gelo kî nêzî serketinê ye.

Ev hilbijartin dê piştî gelek geşedanan ku jê şerê Amerîka li dijî hebûna Îranê li herêmê û nexasim li Iraqê ku mezintirîn encamên wê kuştina general Qasim Suleymanî, werin lidarxistin.

Beriya hilbijartinan gelek xwepêşandanên gel ji ber aloziya aborî pêk hatin, ji ber ku ferzkirina cezayan li ser Îranê ku piştî vekişîna DYA`yê ji lihevkirina nûklerî aloziya aborî kurtir kir.

HILBIJARTINÊN CIHÊRENG

Girêdayî mijarê pisporê karûbarê Îranî û lêkolînên kendavê Hanî Silêman wiha got: "Îran amadekariyên hilbijartinên serokatiyê dike. Ev hilbijartinên serokatiyê ji gelek aliyan ve ji yên berê cudatir e, a yekemîn jî fikreya çawaniyan lidarxistina hilbijartinan e.

Pispor diyar kir ku Îran di pêvajoyek zehmet û hesas re derbas dibe, ne tenê rêjîma Îranê, lê belê şoreşa Îslamî ji 1979`an ve ji ber gelek zehmetî û dozan yên weke bernameya nûklerî, danûstandinên bi Washingtonê re di pêvajoyeke hesas de ye. Her wiha pêşeroja rejîmê ya  ewlehiyê jî ji ber gelek xwepêşandan û hêrsa hundirîn ya derketina kolanan, di heman pêvajoya hesas de ye.

Pispor Hanî Silêman wiha axaftina xwe domand: " Di demeke ku rêjîma Îranê rastî gelek derbeyan ên weke kuştina Suleymanî û Endazyar li Iraqê tê de, gefên herêmî li ser hebûna Îranê li herêmê heye. Her wiha paşketina rêjîmê piştî şidandin û zexta DYA`yê li ser wê û nerazîbûnên gel ên li dijî kiryarên wê bû sedema gelek gefxwarinan û ev yek Lubnan û Iraqê jî pêk hat.

ÇAWA HILBIJARTIN TÊNE LIDARXISTIN?

18`ê Hezîranê de wê serokekî nû were hilbijartin. 

Ji dîroka komara Îslamî ve ev cara 13`emîn e ku hilbijartin di çarçoveya zehmetiyên aborî û civakî de têne lidarixstin û tişta ku wan zehmetir dike jî cezayên Amerîkayê û vîrusa Korona yê ne.

7 namzet ku piraniya wan ji pasavanên radîkalin dê tevlî dewreya yekemîn a hilbijartinan bibin. Ger kes ji wan namzetan bi praniyan dengan bi ser neket dê dewreya duyemîn a hilbijartinan di 25`ê Hezîranê de di navbera namzetên ku zêdetir deng girtine were lidarxistin.

Her 7 namzetan cihên bilind ên di fermandariya dewleta Îranê de girtine. Diyar e ku Îbrahîm Reîsî ku ew jî mûhafezkarekî radîkal e ji 2019`an ve serokatiya desthilata (sulteya) dadgeriyê ku yek ji bendên sereke di sîstema siyasî ya komara Îslamî de ye, dike. Tê payîn ku di nava namzetan de yê herî xwedî şans e ku ihtîmal heye bi ser bikeve Îbrahîm Reîsî ye.

Ji nava namzetan du kes ji Şepêla El-Isalhî ne (Ebdunasir Hemtî û Muhsin Mehir Elî Zade) û ew jî ji kêmneteweya Tirk in.

ÇIMA KESAYETÊN BERBIÇAV HATIN DÛRXISTIN

Ji 600 kesên ku xwe weke namzet ji bo hilbijartinên 18`ê Hezîranê amade kiribûn, tenê 7 kes ji aliyê meclisa destûrî ve weke namzet hatin qebûlkirin.

Meclis destûrî ku ew bi xwe jî desteyek ne hilbijartî ye û ji 12 endaman ku piraniya wan jî ji muhafezkaran e pêk tê, du mûhafezkarên berbiçav ên weke Elî Larîcanî û serokê berê yê meclisa şêwermendiyê û şêwermendê bilind ê komara Îslamî Ayetelah Elî Xaminî û serokê berê Mehmûd Ehmedî Necad, her wiha cîgirê yekemîn ê Rohanî Cîhangîrî, weke namzet qebûl nekirin.

Têkildarî mijarê Silêman ev tişt anî ziman: "Di hilbijartinan de hin namzet weke Larîcanî ku şansê wî yê serkeftinê yê bi Îbrahîm Reîsî re hebû hate dûrxistin. Dûrxistina wî balkêş bû, ji ber ku ew rojekê jî ji Rêjîmê re nebûye muxalîf."

`DÛRXITINA PÊKHATEYÊN NIJADÎ Û JINAN… EV HILBIJARTIN WEKÎ TERMEKÎ NE`

Silêman wiha domand: Ger em van guhertinên dawîn li guhartinên ku berê hene û li gorî hinek şertên hişk ên ku hene zêde bikin, em dikarin bêjin ku ev hilbijartin wekî termekî ne û ne pêşbazî û ne jî nûnertiya hêzên siyasî tê de heye.

Hanî Silêman wiha lê zêde kir:" Rêjîma Îranê bûye weke termekî, hilbijartinên ji yek alî ve weke hewldaneke dayîna demokrasiyeke şeklî ye. Bi taybet dema ku em behsa dûrxistina jinan namzetiya serokatiyê dikin. Her wiha dûrxistina nijadên Îran ên weke Fars û nijadên cuda yên weke Ereb, Turkmen û Kurdan nîşaneya van hilbijartinan ya demokrasiya şeklî ne."

`YÊ HERÎ XWEDÎ ŞANS KÎ YE?`

Silêman da zanîn ku diyar e hin xwestekên anîna Îbrahîm Reîsî hene, ji ber ew dadgerê mirinê bû ku piranî îraniyên destê wan di xwepêşandanan de hebûn bi dar vekirin, bi wê re xizmetên mezin ji rejîmê re kirin.

Silêman destnîşan kir ku bidrûxistina Ehmedî Necat tê fêmkirin ku di dawiya desthilata wî ya 2013’yan de, her çendî ew bi ser Pasdaran ve dihat hesibandin û têkiliya wî bi rejîmê re xurt bû, lê di dawiya desthilata xwe de nakokiyên wî bi murşidê re hebûn û di çend salên dawîn de rejîm bi dîktatoriyê tawanbar dikir û Murşidê Bilind bi gendel û dizîna nêzî 190 milyon dolarê gelê Îranê tawanbar kir.

Silêman diyar kir ku "Rejîm hewl dide hundirê mala xwe ji bo merheleya pêş bide heve û dixwaze bi rêya wê siyaseta derve ya domdar û dîsplînkirî ava bike ku tê de nakokî li ser paşguhkirina hîmana surpirîzê yan jî muxalefetê tune be, heta serweriyê bi rêya Mihemed Bekir Mihemed Baqir Qalîbav li parlamento û desthilat dozgeriyê bi rêya Reîsî yan jî kesê şûna wî bigire, dike. Her wiha hewl dide serweriya li ser erka serokatiyê bike û hebûna xetereke siyasî ya domdar li hember Washingtonê misoger bike, dosyayên binakok ên pêşerojê û dosyaya nukleerê û siysetên hundirîn bi dawî bike. Ji ber ew dosya li hember rejîmê ne. Bi wê re hewl dide merheleyê ji bo berjewendiya xetekê ji tundrawan û bidûrxistina çi dengên dîtir endazyar bike."

Silêman axivî ku di hilbijartinên parlamentoyê de dema reforîmst hatin bidrûxistin, tu hevrikî tune bûn û rêjeya pêşwazîkirinê lawaz bû ku di dîroka Îranê de çênebûye. Her wiha got: "Ev nuqte li kêrî rejîmê nehat, bi taybet piştî li hember muxalefeteke tund sekinî û nîşaneyên lawaziya beşdariya ji hilbijartinên serokatiyê re. Ji ber ku kolana Îranê girîngiyê nade vê yekê û rewşeke bedbînî û hilweşînê ji rewşên aborî yên dijwar re heye. Her wiha rewşeke bedbînî û boykotkirina hilbijartinan heye. Ji lew re rejîmê xwest rû û wêneyê xwe sererast bike û hinekî hevrikiyê bi rêya jinve vegerandina hin bernamzetên bidûrxistî re vegerîne, fena Xaminey û Meclisa Çaksazkirina Destûrê gotiye."

Silêman wiha got: "Bi wê re heta vê kêliyê tu hevrikî tune ne, ji ber encam berê bidawîkirî û amadekirî ne û tevahî nîşane piştrast dikin ku dê hegamoniyek mîna parlamentoyê hebe û dê serokek ji tundrawan hebe û tu hevrikiyeke rasteqîn tune ye. Lê belê axaftina dibe ku gelek bernamzetên bidûrxistî werin şandin an jî jinûve vegerandin li wan were kirin, şansek e yan jî hevrikiyek di navbera hin bernamzetan de be, lê bi texmîna min ev guhartineke stratejîk çênake."

Silêman berdewam kir ku heke Elî Larîcanî di lîsteyê de bûya, dê bi ser keta. Ji ber ew mirovekî guhdarê rejîmê ye û têkiliya wî pê re xurt e, her wiha serokekî berêdana wî naskirî ye, lê belê ji bilî wan navan tu nav din lê zêde nabin, ji bilî ku surpirzî çêbibin. Ev surpirîz jî dibe zirarê bi rejîmê bikin ku naxwaze mijaran ji tesadufê re bihêle. Ji lew re dê hevrikî şêweyî û demokrasiyeke çêkirî bin.

Hanî Silêman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Encamên pêşbînkirî yên van hilbijratinan ber bi Îbrahîm Reîsî ve ne, lê şansa tevahî bernamzetên dîtir pir lawaz e."

Sibe; pêşdeçûnên mîna pizotekê di bin xweliyê de...gelo pêşeroja rejîmê li Îranê wê çi be?

(bx-şx)

ANHA