ꞌTecrîda li ser rêber Ocalan beşek ji siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelan eꞌ

Rûspiyê eşîra Şiêtat a bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Xidir Hemed El-Îd El-Şerîf got, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye, her wiha beşek ji siyasetên Tirkiyê li dijî gelê azadîxwaz e.

ꞌTecrîda li ser rêber Ocalan beşek ji siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelan eꞌ
16 hezîran, 2021   23:42
DÊRAZORÊ

Desthilata Tirk siyasetên çewisandinê li dijî rêber Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî yên di girtîgehên wê de dimeşîne, tecrîdê girantir dike, hewl dide projeya neteweya demokratîk têk dibe.

Der barê mijarê de rûspiyê eşîra Şiêtat a bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Xidir Hemed El-Îd El-Şerîf axivî û got: "Fikirê rêbertî di rizgarkririna gelan de xwedî roleke mezin e, ji ber ku fikirekî adil e, banga aramiya herêmê û azadiya gelan dike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dijberiya vî fikirî dike û nahêle ku li herêmê belav bibe."

El-Şerîf ev li gotina xwe zêde kir: "Divê em bi awayekî cidî li ser doza tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bisekinin, her wiha çalakiyeke protestoyî ya giştî ragihînin ku tevahiya çînên gelan bigire nava xwe da ku zextê li dagirkeriya Tirk bike ku vê tecrîdê rake."

Xidir Hemed El-Îd El-Şerîf tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bi saya fikirê rêber Ocalan bi aştî û aramî dijîn.

El-Şerîf bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl kir ku bi erka xwe rabin da ku di zûtirîn demê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

El-Şerîf destnîşan kir ku aramcna dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got, rêya yekane ya li hemberî dagirkeriyê yekitiya gelan û rakirina tecrîdê ye.

Rûspiyê eşîra El-Şiêtat a bajarokê Xeranîc a gundewarê rojhilatê Dêrazorê Xidir Hemed El-Îd El-Şerîf di dawiyê de hêvî kir ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA