Kargeha mast û penêr a Tirbespiyê ji ber nebaşbûna berhemên wê hat girtin

Komîteya Zimhêrê ya Tirbespiyê kargeha mast û penêr girt, tevahî berhemên wê desteser kirin û bi beşdariya Serdozgeriya Gitşî ya Dadgeha Gel hatin telefkirin.

Kargeha mast û penêr a Tirbespiyê ji ber nebaşbûna berhemên wê hat girtin
Kargeha mast û penêr a Tirbespiyê ji ber nebaşbûna berhemên wê hat girtin
Kargeha mast û penêr a Tirbespiyê ji ber nebaşbûna berhemên wê hat girtin
Kargeha mast û penêr a Tirbespiyê ji ber nebaşbûna berhemên wê hat girtin
Kargeha mast û penêr a Tirbespiyê ji ber nebaşbûna berhemên wê hat girtin
16 hezîran, 2021   15:30
QAMIŞLO

Li gorî madeya 51’ê ya qanûna parastina mizexêr û zimhêrê, Komîteya Zimhêr a Tirbespiyê kargeha mast û penêr a navçeyê girt  û berhemên wê ku zêdetirî 2 ton bûn desteser kirin û telef kirin.

Girtina kargehê piştî çêkirina hin testan ji mast û penêr re ku encamên testan ne li gorî taybetmendiyên xwarinê pêk hat, her wiha madeyên xwarinê yên di hundirê kargehê de hatin desteserkirin û ji serdozgeriya giştî re hatin veguhastin.

Piştî girtina kargehê, bi hevkariya Şaredariya Gel a Til Marûf û bi beşdariya Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Gel a Tirbespiyê tevahî madeyên desteserkirî li sergo hatin telefkirin û binaxkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VNI7k8YnbQU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>