​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê bi rûspî û rewşenbîrên Dêrazorê re civiya

Meclisa Sûriya Pêşerojê bi endamên meclisên xwecihî, rûspiyên eşîran û rewşenbîrên gundewarê rojhilatê Dêrazorê re civiya. Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û xizmetguzarî hatin nirxandin.

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê bi rûspî û rewşenbîrên Dêrazorê re civiya
​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê bi rûspî û rewşenbîrên Dêrazorê re civiya
​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê bi rûspî û rewşenbîrên Dêrazorê re civiya
​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê bi rûspî û rewşenbîrên Dêrazorê re civiya
​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê bi rûspî û rewşenbîrên Dêrazorê re civiya
15 hezîran, 2021   14:22
DÊRAZOR

Civîn li avahiya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Şaban geşedanên siyasî, rewşa ewlehî û xizmetguzarî li herêmê nirxandin.

Her wiha bal kişand ser rola rewşenbîran di ravakirina rêveberiyê û rêbazên pêşxistina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û got: "Rêveberî bêyî rewşenbîrên welatparêz nabe."

Şaban îşaret bi zextên herêmî yên li ser herêmê û aliyên ku aloziya Sûriyê bi rêve dibin kir û got, projeya Rêveberiya Xweser ji aliyê wan dewletan ve tê hedefgirtin, bi rêya şaneyên xwe hewl didin fitneyan derxînin, ewlehiya herêmê têk bibin û welatiyan dikin hedef.

Beşdaran jî li ser rewşa xizmetguzarî û projeyên ku têne pêkanîn nêrînên xwe parve kirin, her wiha daxwazên xwe anîn ziman, ji wan pêşxistina rewşa çandiniyê, sererastkirina rêyan û aktîvkirina tevahî saziyên xizmetguzariyê.

Di dawiya civînê de teqezî bi girîngiya aktîvkirina rola çavdêriya li sazî û firinan piştevaniya çandiniyê û şopandina rewşa xizmetguzariyê, aktîvkirina saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê hatin kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CNPv8NxSemk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>