Pêşangeha berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome

Pêşangeha berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 60 Kargeh û şirketan didome. Her wiha ji pêşxistina peywendiyan. xwediyên kargeh û şirketên li Minbic, Reqa, Dêrazor û Helebê jî serdana pêşangehê kir.

Pêşangeha berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome
13 hezîran, 2021   12:09
QAMIŞLO

Duh Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Yekitiya Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê, pêşangeha duyemîn a berhemên herêmî ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo vekir.

Pêşengeh bi dirûşma "Ji pîşesaziyêa ekolojîk ber bi xwetêrkirinê ve" û bi armanca siyaseta cihêrengkirina bingeha aborî û jêderên dabarê, hilberîn û berhemên xwecihî pêşan bide û piştgiriya wan bike. li stada Kilasîko ya li Qamişloyê hatiye vekirin.

Îro pêşangeh bi beşdarbûna 60 kargeh û şirketan dewam dike. Wan şirket û kargeh berhemên xwe yên madeyên xwarinê û pîşesaziyê yên herêmî di pêşangehê de pêşkêş kirin.

Her wiha pêşengeh ji aliyê partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şêniyan ve hat serlêdankirin û ji bo avakirina peywendiyan, xwediyên şirket û kargehên li Minbic, Reqa, Dêrazor û Helebê jî serdana pêşangehê kirin.

Pêşangeh dê heta 14`ê Hezîranê bidome û piştre li Hesekê di 19`ê Hezîranê wê bê vekirin. Li ser asta herêma Cizîrê di sala 2019`an de yekemîn pêşangeha hilberînên pîşesazî yên herêmî hatibû lidarxistin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gnrCEqhs9iQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>