Nûnera Rêveberiya Xweser Li Başûr: PDK tu agahiyan têkildarî girtiyan nade, xeterî heye

Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên anî ziman ku heya niha tu agahî ji endamên xwe yên girtî wernegirtine û got “Ev dozeke giştî ye û encama planeke hevbeş e. Xetere li ser nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya PYD’ê yên Başûrê Kurdistanê heye.”

Nûnera Rêveberiya Xweser Li Başûr: PDK tu agahiyan têkildarî girtiyan nade, xeterî heye
13 hezîran, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

10’ê vê mehê desthilata PDK'ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê, girtin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD girtina endamên xwe şermezar kir û banga berdana wan kiribû.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên der barê rewşa dawî ya girtiyan de ji ANHA’yê re axivî.

Nûrşan Hisên got: “Bi awayekî revandinê hevalên me hatin girtin. Ji ber ku asayîşa giştî ya parêzgeha Hewlêrê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê dibêje hevalên me ne li gel wan in. Tenê PDK`ê got hevalên me di destê wan de ne û wê çend pirsan ji wan bikin. Heya niha ne sedema girtina wan ji me re hatiye gotin ne jî hiştine ku em hevalên xwe bibînin. Em nizanin li ku derê ne.”

Nûrşan ev kiryarên PDK’ê bi nenaskirina Rêveberiya Xweser ve girê da û got: “Di parêzgeha Hewlêrê ya di bin serweriya PDK`ê de heya niha nûnertiya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê nehiştiye bi awayekî fermî karê xwe bikin, tengavî çêdikirin û herî dawî hevalên me yên ku karên xwe fermî dikirin, binçav kirin. PDK`ê bi van kiryaran xizmeta dijminê gelê Kurd dike. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê 5 sal e bi awayekî fermî li parêzgeha Silêmaniyê dixebite. Ji aliyê hemû partiyên siyasî, parlamentoya Başûrê Kurdistanê ve bi fermî hatiye nasîn. Lê belê PDK nahêle rêya xwe ya fermî li Başûrê Kurdistanê veke.”

`EV GIRTIN DOZEKE GIŞTÎ YE`

Nûrşan girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser wek dozeke navneteweyî pênase kir û got: “Ev kiryarên ku hatine kirin, xizmeta yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê nakein. Her wiha xizmeta helwesta neteweyî di hundirê Kurdistanê de nake. Ev wek temamkirina daxwazên dewleta Tirk tê kirin. Hevkariyek heye. Di demeke wiha girîng de ku êrişên gelekî mezin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hene, dagirkeriya dewleta Tirk di hundirê Başûrê Kurdistanê de xwe berfireh dike, xweza tê şewitandin, dar tên birîn, sivîl tên kuştin, gund tên valakirin û berxwedaneke mezin ji aliyê gerîla ve tê kirin. Ev kiryarên PDK’ê dikevin xizmeta komploya ku dixwazin bi temamî li ser xaka Kurdistanê bikin.  Em bi tundî şermezar dikin. Ev dozeke giştî ye, tenê Rojavayê Kurdistanê eleqedar dike.”

XETERE Û LIHEVKIRINÊN LI SER NÛNERTIYÊ

Nûrşan da zanîn ku nûnertiya wan li Silêmaniyê di bin sîwana YNK`ê de ye û got ku ev çend car e ku dewleta Tirk li gel PDK û YNK`ê de hewldanên xwe dike ku nûnertiyê bigire ku bi temamî Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê neyê nasîn. Nûrşan diyar kir ku ger nûnertî bê girtin dê peyama `her tişta dewleta Tirk bixwaze wê were pêkanîn` bê dayîn û got: “Hêviya me ew e ku tiştek wiha neyê kirin ku xetereyeke gelekî mezin li ser yekrêziya kurdî di navbera her du parçeyên Kurdistanê de ye. PDK dixwaze nûnertiya Rêveberiya Xweser û PYD’ê bi tu awayî li herêmên Başûrê Kurdistanê neyên naskirin û ev jî di çarçoveya pêkanîna plana dewleta Tirk de ye. Lihevkirineke wiha xuya ye ku çêdibe. Yê ku ji vê sûd wergire, dijminê gelê Kurd e. Li 8 nûnertiyên me li welatên Ewropa û dewletên Ereban hene. Ger li Kurdistanê nûnertiya me were girtin wê helwesteke gelekî nebaş bi xwe re derbixe.”

‘PLANGERIYA GIŞTÎ YA PDK, DEWLETA TIRK Û ALMANYAYÊ’

Endamên şandeya aştiyê yên xwe wek “aktîvîstên aştiyê” bi nav dikir û di navê de siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafê mirovan, jîngehparêz û enternasyonalîst jî hebûn, ji sibehê ve agahî ji wan nedihate girtin.

Der barê vê bûyerê de Nûrşan anî ziman ku ew şande ji bo piştgirî, yekrêziya gelê Kurd, sekna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bide nîşandan, zexteke dîplomatîk-siyasî bikin, xwestin derbasî herêmê bibin û got: “Bi plana dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê û li gel dewleta Almanyayê hat sekinandin ku ev tê wateya bi giştî plangeriyek heye. Bêyî ku helwestên navneteweyî derkevin, dixwazin dagirkerî li Başûrê Kurdistanê berdewam bike.”

`EV HEWLDANÊN ROJEVKIRINA HERÊMA TAMPON A LI ROJAVA NE`

Nûrşan Hisên bang li hemû siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, kesayetên bibandor ên kurdistanî û dostên Kurdan kir ku bi temamî helwesta xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê nîşan bidin û got: “Ev hewldanên dawîn ên dewleta Tirk in ku careke din herêma tampon li Rojavayê Kurdistanê bixin rojevê. Divê hêzên li Başûrê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe rabin ku hevalên me yekser berdin.”

ANHA