Panorama hefteyê: Beriya civîna Biden-Erdogan, Rûsya zextê li Tirkiyê dike

Çavdêr diyar dikin ku êrişên dawîn ên Rûsyayê yên li bakurê Sûriyê peyameke zextê ya li dijî Tirkiyê ye beriya ku civîna Biden û Erdogan dest pê bike, Qeter careke din li hemberî têkiliyên wê yên kûr bi rêxistinên terorîst ên sûcdarên navneteweyî re rû bi rû ye.

Panorama hefteyê: Beriya civîna Biden-Erdogan, Rûsya zextê li Tirkiyê dike
13 hezîran, 2021   04:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî, behsa êrişên Rûsya yên li ser bakurê Sûriyê, piştevaniya Qeterê ji bo komên terorîst û aloziya Lubnanê kirin.

`BERIYA LÛTKEYA BIDEN-ERDOGAN RÛSYA ASTA ÊRIŞAN LI BAKURÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKE`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Rûsya beriya hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Brukselê di duşema bê de û lûtkeya bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li Cinevê çarşema bê, ji bo nîqaşkirina gelek dosyayan di nav de jî dosya Sûriyê, topbarana li ser başûrê Idlibê zêde kiriye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji 5 rojan ve hêzên hikumeta Şamê hemwextî êrişên balafirên Rûsyayê başûrê Idlibê topbaran dikin. Hêzên hikumeta Şamê erebeyeke ku li nêzî malekê li bajarokê Iblînê yê başûrê gundewarên Idlibê kir hedef. Dema çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên din gihaştin wir, careke din bi moşekekê kir hedef. Di encamê de herî kêm 10 çete hatin kuştin, di nav de 3 çeteyên Tehrîr El-Şam jî hebûn.

Li gorî pêşbiniyên çavdêran, ihtîmal heye ku hikumeta Şamê û Rûsya asta topbarankirin û bombebarankirina deverên li başûrê Idlibê bilind bikin. Armanca vê ew e ku zextê li Tirkiye bikin da ku derbasî herêmên çiyayê El-Zawiye yê başûrê Idlibê bibin û nehêlin alîkarî bi rêya dergehên sînor ên bi Tirkiyê re derbasî wê herêmê bibe.

Tê payîn dema ku biryara navneteweyî ya derbasbûna alîkariyên mirovî bi rêya sînorên Tirkiyê di 10`ê meha bê de bi dawî bibe. Amerîka jî hewl dide 2 dergehên din bi Tirkiye û Iraqê re veke.”

 ‘TÊKILIYÊN BI CEBHET EL-NUSRA RE BANDORÊ LI QETERÊ DIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Qeter careke din li hemberî têkiliyên wê yên kûr bi rêxistinên terorîst ên sûcdarên navneteweyî re rû bi rû ye. Ev yek di demekê de ku dewletên Kendavê yên ku bi gazê dewlemend in, ber bi rastkirina têkiliyên xwe yên herêmî ve diçe, pêk hat.

Hikumeta Qeterê got ew îdiayên xeternak red dike û bi vê yekê îşaret bi agahiyên ku rojnameya The Times a Brîtanyayê têkildarî doza ku li dadgeha bilind a Londonê ku tê de hin aliyên Qeterê tawanbar kirin ku bi milyonan dolar dişîne ji Cebhet El-Nusra re.”

`IRAQ DEWLETA MÊTÎNGEHAN KU JI ALIYÊ MILÎSAN, ÊLAN Û PARTIYAN VE TÊN KONTROLKIRIN`

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dibe ku henek be lê li gel rewşa tevlihev a li Iraqê, nûçeyeke balkêş belav bû ku dibêje: "Ji ber şerên domdar û ên dijwar di navbera êlên li Besrayê de şêxê êlan bang li kesên temenmezin ên ku di 1947, 1948, 1949 û 1950`î de ji dayîk bûne, kir ku tev li leşkeriya neçarî bibin.

Duşema borî li sûka Şiyux a li parêzgeha Zîqarê ji ber erdekê nakokiyek di navbera êlên li wir de derket ku di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Ruxmî ku hêzên ewlehiyê hebûn, lê wan mudaxele nekir.

Ya rast nakokiyên eşîrî li Iraqê ji sala 2003`yan ve ranewestîne. Ev nakokî li Besrayê yê başûrê Iraqê her ku çû, mezintir bû. Êdî li rex koronayê bûye pandemî. Sala borî pêleke tundiyê ya êlan ku mîna wê qet çênebûye, rû da. Li gel ku saziyên ewlehiyê nikarin rê li pêşiya vê tundiyê bigirin, ne dûr e ku di kijan kêliyê de be heman tundî rû bide. Tevî ku hin caran rewş aram dibe lê dîsa bi lez tundîtir dibe.”