Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk bêyî teknîkê nikare ji cih bilive

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur têkildarî berxwedana gerîla ya li hember artêşa Tirk a dagirker got “Bêyî teknîkê artêşa Tirk nikare bilive.”

Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk bêyî teknîkê nikare ji cih bilive
10 hezîran, 2021   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi bêtêlê bang li gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Hêzil Ozgur gerîlayên ku di mewziyên şer de li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin, silav kirin û wiha got: “Li Mamreşo, Şehîd Serdar û qada Ertûşê şerekî giran çêbû. Hevalên me li dijî êrişên dagirker berxwedaneke mezin da, berxwedan hê jî didome. Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas divin. Hevalên ku li Mamreşo, Zap û Avaşînê şehîd bûn giringiya pêvajoyê xweş fêhm kirin û bi berxwedaniyeke mezin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk sekinîn.

Dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar anî û êriş anî ser hevalên me, lê di bêtêlê de dengê lîlandina hevalan nedisekinî. Helbet hevalên me ji bo me xetek e, felsefe û îdeolojî ye. Van hevalên me dîtin ku êrişeke çawa li ser Rêbertî û partiyê heye. Heta dawiyê mewziyên xwe bernedan. Heta bi hilma xwe ya dawî şer kirin. Li bara berxwedana hevalên me dijmin bi rehetî nedikarî leşkeran jî deyne, nikarîbûn li giran serdest bibin. Beriya ku bi çekên kimyewî hevalên me qetil bikin nedikarîn bigotana, 'em operasyonên serkeftî dikin'. Rastiya dijmin ev e.

‘YÊN KU ŞER DIKIN NE LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK, TEKNÎKA WAN E’

Di vî şerî de tu leşkerek tine ku li pêşberî vîna PKK'ê bisekine. Yên ku şer dikin ne leşkerên artêşa Tirk, teknîka wan e. Bêyî teknîkê artêşa Tirk nikare bilive, bêyî helîkoptêran nikarin leşkeran deyin, bi pêş ve biçin. Di dest wan de ew qas teknîk heye, di destê me de tenê keleş û bombe hene. Ev rewş jî zorê li artêşa Tirk dike. Di vî şerî de rastiyeke dî jî derkete holê. Em milîtanê PKK'ê baweriya me bi azadiyê heye û em biryardar in. Ya ku dijmin jî qels dike ev bawerî û vîn e. Ji ber vê jî berxwedana hevalên me yên ku di vî şerî de şehîd bûne, ji bo me bang e. Ev banga serfiraziyê ye.”