Jinên Ereb êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên Ereb ên navçeya Tirbêspiyê bang li tevahî hêz û partiyan kir ku bi hev re li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û piştrast kir ku berxwedana gerîla nimûneya têkoşînê ya rizgariya gelên herêmê ye.

Jinên Ereb êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
10 hezîran, 2021   09:41
QAMIŞLO

Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Li aliyekî din bertekên şermezarkirina van êrişan jî berdewam in.

Jinên Ereb ên navçeya Tirbespiyê yê herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi erêkirina hikumeta Bexdayê û ya Başûrê Kurdistanê hewl dide axên din dagir bike.

Daxuyanî li pêşiya Akademiya Civaka Demokratîk a Tirbespiyê ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star Kewser Mutleq El-Qeso ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Ereb berxwedana Zap, Avaşîn, Metîna û Mexmûrê silav dikin û da zanîn ku berxwedana gerîla li dijî dagirkeriya Tirk û komên wê yên terorîst berxwedaneke qehremaniyê û nimûneya têkoşîna rizgariya gelên herêmê ye.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku êrişên dewleta Tirk û sûcên wê êdî rojane li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk tên. Her wiha dewleta Tirk li pêşiya cîhanê berê êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê spiyê kiribû û îro jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêz û partiyên neteweyî hate kirin ku bi hev re bisekinin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistin, desteyên navneteweyî, hiqûqî û mirovahî hate kirin ku rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin û ji bêdengiya xwe derkevin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e0P93Lo4sK0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>