Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê: Di encama vexwarina ava qirêj de, şênî jehrî bûn

Kadroyê tenduristiyê yê Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê piştrast kir ku di encama vexwarina şêniyan a ava çemê Firatê ya qirêjbûyî de rewşên jehrîbûnê zêde bûne û rojane 50 kes jehîr dibe.

Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê: Di encama vexwarina ava qirêj de, şênî jehrî bûn
Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê: Di encama vexwarina ava qirêj de, şênî jehrî bûn
Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê: Di encama vexwarina ava qirêj de, şênî jehrî bûn
Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê: Di encama vexwarina ava qirêj de, şênî jehrî bûn
Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê: Di encama vexwarina ava qirêj de, şênî jehrî bûn
9 hezîran, 2021   15:15
TEBQA

Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî gelên herêmê de bi taybet şerê taybet ê bi rêya qutkirina avê li ser herêmê û şêniyan ji zêdetirî 6 mehan ve berdewam dike. Dewleta Tirk hewl dide van sûcan planên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Di encama vexwarina şêniyan a ava çemê Firatê ya qirêjbûyî de di vê dawiyê de gelek şêniyên Tebqayê jehrî bûn.

Têkildarî mijarê, dermanfiroşê Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê Ebdullah El-Mebrûk wiha got: "Nexweşxane rojane zêdetirî 50 rewşên jehrîbûna bi ava vexwarinê ya qirêj pêşwaz dike, mîna rewşên zikêşî û navçûnê."

Ebdullah El-Mebrûk diyar kir ku gelek mîkrok û bektîrya belav bûne, ew jî dê bi xwe re nexweşiyên giran bînin, li aliyekî din jî zêdebûna hesin di avê de dê nexweşiyên penceşêr û çermê bîne.

El-Mebrûk eşkere kir ku çareya herî guncaw, divê şênî avê bikelînin û piştre vexwin, ji wê zêdetirî jî divê klora tibî ya li dermanxaneyan bi kar bînin.

El-Mebrûk wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê civaka navneteweyî fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike, da ku ava çemê Firatê berde, her wiha da ku av qirêj nebe. Ji ber çavkaniya yekane ku şêniyên herêmê avê jê vedixwin."

(fr)

ANHA