YPG’ê nasnameyên 3 şehîdên Berxwedana Serdemê ragihandin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên ku di sala 2018’an de li Efrînê di BerxwedanaSerdemê de şehîd bûne, ragihandin û destnîşan kir ji ber derengmayîna ragihandina agahiyên şehîdan, lêborîna xwe dixwazin.

YPG’ê nasnameyên 3 şehîdên Berxwedana Serdemê ragihandin
9 hezîran, 2021   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî têkildarî şehîdbûna 3 şervanan di sala 2018’an de li Efrînê, da.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Gelê me ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa derxist holê. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker ên ku dijminê mirovahiyê ne, hat meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû mînakek bêhempa. Şoreşa Rojava paşverûtiyê DAIŞ’ê hilweşand, nirxên mirovahiyê parastin û nirxên demokratîk diyariyê hemû cîhanê kir. Dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî van nirxên demokratîk derket û li dijî şoreşa Rojava  êrişên topyekûn meşandin. Yek ji van êrişan di sala 2018 an de li ber çavê hemû cîhanê li Efrînê çêbû.

Lehengên ku hovitiya DAIŞ’ê hilweşandin, vê carê jî li Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanên bêhempa nîşan dan. Di vê têkoşînê de qehremantiyên pir mezin û dîrokî derketin hole û bi hezaran keç û xortên vî welatî ji bo parastina nirxên mirovahiyê xwe feda kir. Ji bo heremek azad û demokratîk bi sedan hevrêyên me yên leheng di vê berxwedanê de bi awayekî fedaîyane şer kir û tev li karwanê şehîdan bûn.

Em nasnameyên 3 hevrêyên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihaştin şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber lêkolînê parvekirina şehadeta wan hevalan dereng ma. Em ji bo vê derengmayînê bi taybetî ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe lêborînê dixwazin.

Nasnameyên hevrêyênên me yên şehîd wiha ne:

 

Nasnav: Serbest Sêrt
Nav û Paşnav: Murat Dinçer
Navê Dayikê:  Menife
Navê Bav: Mahfuz
Cih û Dîroka Şehadetê:  Efrîn, Raco | 26 Adar 2018

…

/kr/uploads/files/2021/06/09/131707_sehd-sahan-arzek.webp

 

Nasnav:  Şahan Arzek
Nav û Paşnav: Suat Çeri
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Yusuf
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, 01 Adar 2018

…

/kr/uploads/files/2021/06/09/131726_sehd-tekoser-sprt.webp

 

Nasnav: Têkoşer Spêrtî
Nav û Paşnav: Mazlum Arsu
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Murat
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, 01 Adar 2018

Em di şexsê hevrêyên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”