Şêniyên Dêrikê siyasetên PDK’ê şermezar kirin

Şêniyên Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da û siyasetên PDK`ê şermezar kirin.

Şêniyên Dêrikê siyasetên PDK’ê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê siyasetên PDK’ê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê siyasetên PDK’ê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê siyasetên PDK’ê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê siyasetên PDK’ê şermezar kirin
9 hezîran, 2021   13:11
QAMIŞLO

Bi sedan şênî û pêkhateyên navçeya Dêrikê ya girêdayî herêmê Cizîrê li Çerxerêya Azadî ya bakurê navçeyê kom bûn û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, dîmenên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Em bi saya şehîdan bi ser ketin" û “Bi ruhê şehîdên Berxwedana Rûmetê em ê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin" hildan.

Meş di kolanên sereke û sûka navendî re derbas bû û li Qada Jina Şoreşger ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz girtin.

Hevserokê meclisa navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û destpêkê siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî hêzên gerîla û destekdayîna wê ji dewleta Tirk re şermezar kir. Mihemed destnîşan kir ku hêzên gerîla li dijî van sûc û topbaranên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û kampa Mexmûrê bê deng namînin.

Mihemed diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê kurd ne nû ye, bi salan e ku ew şerê Kurdan dike da ku wan tune bike û herêmên wan dagir bike, lê belê gelê Kurd ev siyaset tu carî qebûl nekir û nake.

Mihemed Ebdurehîm li ser navê gelê Kurd bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyaseta PDK'ê ya ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk, serî hildin. Ebdurehîm piştrast kir ku mayîna hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê wê nehêle ku dewleta Tirk a dagirker ku baregehên leşkerî ava kirine, xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Ebdurehîm bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê kir ku şiyar bibin û bi hêzên gerîla re bibin yek.

(dm)

ANHA