Şêniyên Qamişloyê bang li PDK`ê kir ku bi dagirkeran re nebe hevkar

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi meşekê bang li PDK`ê kirin ku dev ji helwest û piştgiriya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Şêniyên Qamişloyê bang li PDK`ê kir ku bi dagirkeran re nebe hevkar
Şêniyên Qamişloyê bang li PDK`ê kir ku bi dagirkeran re nebe hevkar
Şêniyên Qamişloyê bang li PDK`ê kir ku bi dagirkeran re nebe hevkar
Şêniyên Qamişloyê bang li PDK`ê kir ku bi dagirkeran re nebe hevkar
Şêniyên Qamişloyê bang li PDK`ê kir ku bi dagirkeran re nebe hevkar
8 hezîran, 2021   10:37
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê bi taybet herêmên Metîna, Zap û Avaşînê gelek çalakî li dar dikevin.

Di vê çarçoveyê de, îro şêniyên Qamişloyê daketin qadan û helwestên şermok ên hikumeta Iraqê yên li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker, bikaranîna pêşmergeyan di şerê xwe ya li dijî gerîla de şermezar kirin. Şêniyan berxwedana gerîla ya li hemberî wan hewldanan silav kir.

Li ser bangewaziya Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şênî li ji kolana Munîr Hebîb ta avahiya Komseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Şêniyan berxwedana gerîla silav kir û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş li pêşiya avahiya Komseriya Penaberan a NY`yê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Mihemed bi navê Kongreya Star axivî û got: “Aliyek li ber xwe dide û aliyek xiyanetê dike. Ew dixwazin careke din bi destê xayînan, xencerekê li pişta Kurdistanê bixe. Pêşmerge hêzeke erka wê parastina Başûrê Kurdistanê ye, lê niha em dibînin ku dewleta Tirk ku dijminê gelê Kurd e, diparêze. Ev ji bo Kurdan şermeke mezin ku Kurd li birayê xwe yê Kurd bixe.”

Perwîn diyar kir ku dewleta Tirk di encama berxwedana dîrokî ya şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de di nava kirîzekê de ye û bi bin ketiye û wiha domand: “Şervan rojane lê didin ku êdî nikare li hemberî wê berxwedanê bisekine. Vê carê bi rêya PDK`ê dixwaze Başûrê Kurdistanê parçe bike. Lê gerîla nahêlin ku dewleta Tirk armancan pêk bîne.”

Der barê paşguhkirina civakan navneteweyî û bêdengiya wê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk de Perwîn got: “Ev bêdengî tê wateya ku ew pê re hevkar û şirîk in. Komployeke ji bo qirkirina kurdan pêk tînin. Lê gelê Kurd azad e û serî ji wan re û ji dagirkeran re natewîne. “

Di dawiya mitîngê de beşdaran berxwedana şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê silav kir û banga biratiyê û yekitiya Kurd kir.

(şx)

ANHA