Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike

Meclisa Kantona Hesekê bi xwediyên stasyonên sotmeniyê re civiyan. Di civînê de ji bo çareserkirina aloziya sotmeniyê gelek pêşniyar derketin û îro ketin meryetê.

Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike
Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike
Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike
Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike
Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike
Meclisa Kantona Hesekê aloziya sotemeniyê çareser dike
7 hezîran, 2021   15:20
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Li Hesekê ji ber çend rojan ve madeyên sotemeniyê kêm bûn û benzîn li kantonê tune bû, heke peyda bibe jî ne baş û buhayên wê bilind bû.

Şênî ji bo peydakirina sotmeniyan rojan bi saetên dirêj li ber stasyonan disekinin.

Ji bo çarekirina aloziya sotemeniyê li bajêr, Meclisa Kantona Hesekê civîneke awarte bi xwediyên stasyonên li bajêr re ku hejmara wan 24 stasyon in, li dar xist.

Di civînê de behsa aloziya sotemeniyê ya li Hesekê û qerabalixa mezin li pêş benzînxaneyan hat kirin, her wiha di civînê de gelek pêşniyarên ji bo çarekirina aloziyê hatin pêşkêşkirin, jê jî veqetandina stasyonên dagirtina mazotê ji erebeyan re û stasyonên dagirtina benzînê ji motorsikêltan re, stasyona dagirtina sotemeniyê ji jenatoran re. Di civînê de bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin ku keysbazî û bazirganiya nerawa ya sotemeniyan a li ser rêyan, rakin.

Di encama nîqaşê de hat eşkerekirin ku sedema sereke ya aloziya sotemeniyê bazirgniya nerawa ye. Ji ber ku xwediyên motorsiklêtan gelek caran li heman stasyonê benzînê dadigirin û bi zêdebûn li ser basteyan difiroşin.

Di civînê de li ser çêkirina kartan ji her motorsiklêtê re li hev kirin, ku li gorî wê her kesek li stasyona li herêma xwe sotemeniyê werbigire.

Meclisa kantona Hesekê diyar kir ku gelek sedemên aloziya sotemeniyê hene, jê bazirganiya nerewa û firotina li ser basteyan e.

Têkildarî vê, şêniyê bi navê Hesen Xelef ê ji taxa Miftî wiha got: "Beriya çend rojan me astengiya dagirtina benzînê ji stasyonan dikişand û em bi saetan disekinîn. Lê îro bi heman buhayê û bi awayekî zêde tê peydakirin."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Ridwan Îbrahîm ê ji taxa Telaih wiha got: "Îro benzîn li tevahî stasyonên li Hesekê heye, zêdetirî 15 deqeyan ku erebeya xwe dagirim, nasekinim."

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê stasyona Xabûrê Asim Hac Umer wiha got: "Duh em bi Meclisa Kantona Hesekê re civiyan ji bo ku aloziya sotemeniyê ya li Hesekê çareser bikin."

Hac Umer wiha berdewam kir: "Di civînê de xwediyên stasyonan pêşniyar kir ku divê para Hesekê ji sotemeniyê were zêdekirin. Îro jî ew par hat zêdekirin û pir e."

Hac Umer diyar kir ku  berê her du rojan du tanker ji stasyonên Hesekê re dihat veqetandin, lê niha her du rojan 5 tanker tên û li tevahî stasyonan tên belavkirin.

Asim Hac Umer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her stasyonek di navbera 17 heta 20 hezar lître ji bo roj û nîvekê heta 2 rojan û bi buhayên kevn sotemeniyê werdigire."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RjWa60OchGk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>