‘Ji bo bidawîbûna azara civaka êzidî, xwedî li Şengalê derkevin’

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê xwest ku rê li ber êş û azarên civaka êzidî were girtin û banga destekdayînê ji Rêveberiya Xweser a li Şengalê re kir.

‘Ji bo bidawîbûna azara civaka êzidî, xwedî li Şengalê derkevin’
6 hezîran, 2021   12:31
QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a navçeya Tirbêspiyê ya Qamişloyê îro daxuyaniyek der barê şewata li kampa Şariye ya êzidiyan li parêzgeha Dihokê de bi beşdarbûn bi dehan êzidî û endamên Mala Êzidiyan da.

Di daxuyaniyê de berdewama êş û azara gelê êzidî hate şermezarkirin û hate xwestin ku êşa Şengalê bi dawî bibe, desteka Rêveberiya Xweser were kirin û koçberên êzidî vegerin malên xwe.

Hevseroka Mala Êzidiyan Leyla Îbrahîm daxuyanî xwend û piştgiriya  xwe ji şêniyên kampê re anî ziman. Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku azarên civaka êzidî berdewam in, ji ber ku li sedemên pirsgirêkê nagerin û bi çareseriyeke pratîk nafikirin da ku aloziya şêniyên Şengalê bi dawî bikin.

Leyla, bang li civaka navneteweyî û hêzên kurdî kir ku divê desteka Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin, koçber vegerin malên xwe û jiyan li gundên dîrokî yên Şengalê vegere.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VatTyU4xtXc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>