DYA: Êrişa li ser Mexmûrê tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî

Balyoza DYA’yê ya li NY’yê Lînda Thomas Greenfîeld der barê êrişên li ser Wargeha Penaberên Mexmûrê de got “Ev êriş tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî. Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.”

DYA: Êrişa li ser Mexmûrê tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî
5 hezîran, 2021   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyoza DYA’yê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY)Lînda Thomas Greenfîeld der barê êrişên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê de diyar kir ku ev êriş tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî û got “Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.”

Thomas-Greenfîeld li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyand û got “Min ji rayedarên Tirk re bi awayekî eşkere diyar kir ku êrişên li ser sivîlên li kampa penaberan tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî. Ji ber êrişê îro ez bi fikar im û ez bang dikim ku li hemberî mafên penaberan bi hurmet bin.”