Li Reqayê semînera "Jin û siyaset''

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê panel di bin navê "Jin û siyaset" de li dar xist. Beşdaran diyar kirin ku tunebûna çanda demokrasiyê nahêle jin beşdarî xebata siyasî bibin.

Li Reqayê semînera "Jin û siyaset''
Li Reqayê semînera "Jin û siyaset''
Li Reqayê semînera "Jin û siyaset''
Li Reqayê semînera "Jin û siyaset''
Li Reqayê semînera "Jin û siyaset''
5 hezîran, 2021   17:26
REQA

Panel li navenda Meclisa Qanûnsaz a Reqayê bi beşdariya endamên ji Meclisa Jinên Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Qanûsaz, Nivîsgeha Weqfeya Jina Azad û gelek hiqûqnas li dar ket.

Endama Desteya Hevserokatiyê MSD'ê Îlham Umer û endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debiya El-Nasir panel bi rê ve bir. Beşdaran li ser girîngiya beşdariya jinan di siyaset û astengiyên li hemberî wan ên di xebata siyasî de derdikevin nîqaş kirin.

'TUNEBÛNA ÇANDA DEMOKRATIYÊ ROLA JINAN ASTENG DIKE'

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Zelîxe Ebdî behsa beşdariya jinan di siyasetê de kir ku û got: "Beşdarbûna jinan di qada siyasî de ji girîngtirîn hêmanên xebata demokrasî li her welatekî ye, ji ber ku jin nûnertiya pergala siyasî û civakî dike, lê lawazbûna makanîzmeyên demokrasî di civakê de hişt ku beşdariya jinan di siyasetê de were paşguhkirin. Pêşketina civakan bi beşdariya jinan di dozên civakê bi giştî de û geşkirina wê di xebata pêşdeçûnê de tê pîvandin."

Endama Koordînsyona MSD’ê Nesret Ebake behsa girîngiya beşdariya jinan di siyasetê de kir û wiha got: "Pêwîstiya beşdariya jinan di siyasetê de ew e ku jin ji çarçoveya malbatê derkevin û têkevin nava civakê. Ji bilî wê jî divê wekhevî di navbera jin û mêran de hebe."

Nesret Ebake anî ziman ku tunebûna çanda demokrasiyê nahêle jin beşdarî xebata siyasî bibe û wiha pê de çû: "Paşguhkirina beşdariya jinan di siyasetê de nîşaneya mezinbûn û bandora xîtaba olî ye."

Her wiha endama Meclisa Jinan a Sûriyê Şemsa Sîno jî got qanûnên hilbijratinan ên heyî û qanûnên ku cudahiya li dijî jinan îsbat dike, mafên jinan ên serkeftin û beşdariya di xebata siyasî de kêm kirin.

Şemsa Sîno wiha gotina xwe berdewam kir: "Qanûnên rewşên kesayetî jin ji mafên wê yên siyasî mehrûm kirin û xiste bin wesayeta mêr. Her wiha sazûmaniya rejîmên siyasî jî eşîr an qebîle yan etnîk an jî malbatê lê serwer in. Ji lew re daxmaya hevrikiya hilbijartinê malbatî, siyasî û etnîkî ye, ew jî li pêş jinan ji aliyê biryardayînê ve dibin asteng."

‛PEYDAKIRINA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ BEŞDARIYA LI XEBATA SIYASÎ MISOGER DIKE’

Feyrûz Xelîl jî wiha got: "Divê atmosfêreke azadî û demokratî were peydakirin, da ku beşdariya tevahî jinan û ji tevahî pêkhateyan di xebata siyasî de misoger bibe, da ku jin bibin piştgiriya pêşengtî û birêvebirina civakê."

Di dawiyê de, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe li ser çawaniya beşdariya jinan bi awayekî aktîf di siyasetê de pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA