Rêveberiya Giştî ya Jîngehê banga parastina xwezayê ji sûcên dewleta Tirk kir

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li aliyên têkildar kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî xwezaya herêmê rawestînin.

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê banga parastina xwezayê ji sûcên dewleta Tirk kir
5 hezîran, 2021   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi boneya 5'ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Jîngehê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Pîrozkirina Roja Cîhanî ya Jîngehê ya sala 2021’an ku xwe dispêre vegerandina sîstema ekolojî berdewama pîrozkirina yekemîn a 1974’an e, da ku bibe dikeya cîhanê ya zêdekirina têgihiştina jîngehî, girtina tedbîrên guncaw ên li hember dozên jîngehî li cîhanê. Da ku bi wê re jî li pêş karesata guhartina atmosfêrê bisekinin, qirêjî raweste, çopê neyên avêtin û pirrengiya biyolojî hilnewşe, her wiha parastin û sererastkirina xwezaya mayî were kirin.

Bi rêya pergalên jîngehê yên dirust dê rêbazên jiyan, dabînkirina xwarin, ava paqij werin geşkirin û rê li ber guhartina atmosfêrê were were girtin.

Em Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di rewşên jînegehî yên hestiyar de bi cîhanê re beşdarî pîrozkirina vê boneyê dibin. Hestiyara vê rewşê encamên berdewama bikaranîna xwezayê, rewşa tevlihev a tenduristî ya li hember pandemiya vîrusa Koronayê, paşketina jîngehê ya giştî ji guhartina atmosfêrê, bilindkirina pileyên germahiyê, nebarîna baranê, paşketina rûberên kesk li herêmê ye, nexasim piştî kêmbûna rêjeya ava çeman li herêmê û qutkirina wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çend mehên borî de, bi xwe re van tevahî rewşan karesatên mirov û jîngehê li ser gelan û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn. Ji ber ku dewleta Tirk şerê avê li dijî herêmê kir, bi wê re zeviyên çandiniyê bûn çolistan û mewsima çandiniyê piştî kêmbûna para Sûriyê ji ava çemê Firatê bandor bû. Ji ber li gorî peymana navneteweyî ku hatiye îmzekirin divêyabû di saniyekê 500 metrekab av biherike xaka Sûriyê, lê tenê di saniyekê de 150 mitrekab av diherike. Ev jî ji rêzesûcên dijminahî yên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê û xwezaya wê re ne, li gel wê jî li gelek herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê daran dibire û dişewitîne.

Em Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi vê boneyê bang li tevahî hêz, rêxistin, komeleyên jînegehê, rêxistinên mafên mirovan û bernameya NY’yê ya jînegehê (UNEP) dikin ku yekser tev bigerin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku sûcên xwe yên li dijî xwezaya herêmê û gefxwarina êrişên li dijî gelên wê rawestînin. Da ku piştevaniya herêmê ji bo geşkirina rewşa jînegehê ya giştî bikin.

Em bang li tevahî gelên herêmê dikin pabendî rêgeza parastina xwezayê bibin û rêbaza piştevaniya başbûna rewşa jîngehê ya tenduristî pêk bînin.

Em karkerên beşa jîngehê yên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber keda wan spas dikin."

(fr)

ANHA