Rûspiyên Helebê banga hevgirtinê kir

Komîteya Rûspiyên Helebê êrişên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê şermezar kirin û bang li pêkhateyan kirin ku ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin û yekitiya nîştimanî xurt bikin.

Rûspiyên Helebê banga hevgirtinê kir
5 hezîran, 2021   16:34
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina kiryarên xerabkirinê de yên ku di serî de MÎT a Tirk, DAIŞ`ê û ajandeyên hikumeta Şamê li pey in, endamên Komîteya Rûspiyên Bajarê Helebî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Rûspiyên Ebdurehman Xezo li pêşiya navenda komîteyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di vê demê de êrişên li dijî Rêveberiya Xweser zêde bûne. Ev êriş ji aliyê komên girêdayî rejîma Tirk, çeteyên wê yên ji bermahiyên rêxistina DAIŞ`ê ya binketî û kesên ku xwe firtona Tirkiyê ya dagirker ve têne kirin. Evanan derfet nedîtin ku destwerdanê li kar û barên herêmê bikin, ji lew re bi rêya derxistina fitneyên di navbera pêkhateyên herêmê de hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin û destkeftiyên ku  bi saya şehîdên hatine bidestxistin, têk bibin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi xwepêşandanên aştiyane hate kirin û wiha hate domandin: "Xwepêşandanên aştiyane mafekî rewa ye, lê belê xerabkirin û wêrankirina malên welatiyan nayên qebûl kirin, deriyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vekirî ne. Kesên ku van kiryaran dikin dixwazin yekitî û hevgirtina nîştimanî ya pêkhateyên herêmê têk bibin heman aliyê ku çeteyên li taxa Teyî dixin tevgerê ne, îro jî li taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Minbic jî heman kiryarî dike, ger ne ji van hovaneyên kirêkirî bane herêm aram e."

Komîteya Rûspiyên Helebê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dilovaniyê ji kesên jiyana xwe ji dest dan re xwest, sersaxiyê ji malbatên wan re xwest û şîfaa ji birîndaran re xwest.

Komîteyê di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyên Minbicê kir:  "Li gorî berpirsyariyê bin û bi fitneyan neyên xapandin, her wiha hevkar û destek bin da ku parastina ewlehî, aramî, hevgirtin û jiyana aştiyane bikin, ji ber ku di van rewşan de rêya ewlehiyê ye, li aliyekî din jî yekitiya xwe ava bikin û reda xwe ji dagirkeran rizgar bikin, na ji komployên dijminên azadî, mirovî û dijminên gelê Sûriyê plan dikin ku wekî ajandeyên dagirkeriya Tirk û bermahiyên rêxistina DAIŞ`ê ne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OX6HUzR6Aqw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>