Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hate kirin

Parêzer, malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hate kirin
4 hezîran, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yek ji serlêdanan ji aliyê parêzeran ve hate kirin. Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdanek bi heman armancê ji aliyê birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmrlaiyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ve hate kirin.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin jî nîvco mabû.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal jî piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên tên kirin bê bersiv tên hiştin.