Rojnameyên erebî: Hewldanên Amerîkayê ji bo vekirina dergehên sînor li Sûriyê

Li gorî hinek raporan DYA hewl dide Rûsyayê îqna bike ku di mijara vekirina dergehên li Sûriyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî de mafê vetoyê bi kar neyne. Li Lîbyayê jî bangewaziyên navneteweyî ji bo lidarxistina hilbijartinan didomin.

Rojnameyên erebî: Hewldanên Amerîkayê ji bo vekirina dergehên sînor li Sûriyê
4 hezîran, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa Sûriyê, rewşa Iraqê û Lîbyayê nivîsandin.

`LÛTKEYA PÛTÎN Û BIDEN… PÊŞKÊŞKIRINA ALÎKARIYÊ JI SÛRIYAN RE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Alîkariya sûriyan yek ji hêmanên diyar ên siyaseta rêveberiya serok Joe Biden a li Sûriyê ye. Ew mayîna xwe ya leşkerî li rojhilatê Firatê girîng dibîne da ku tunekirina DAIŞ`ê misoger bike û der barê dosyaya çekên kîmyewî de fişara ku li hikumeta Şamê dike, bidomîne. Li kêleka wê jî piştgiriya pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê ya 2245’an bike.

Amerîka bawer e ku Biden di hevdîtina bi Pûtîn a 16`ê vê mehê de li Cinêvê pêk were, bi Pûtîn bide pejirandin ku Rûsya li New Yorkê mafê vetoyê li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmara 2533’an ji bo derbaskirina alîkariyê bi rêya sînor bi kar neyne.

Meclis Ewlehiyê di 2014`an de biryara 2165’an derxist ku li gorî wê alîkarî bi rêya sînorên bi Tirkiye, Iraq û Urdinê bigihêje Sûriyê. Lê Rûsyayê sala borî ev yek erê nekir û tenê hişt ku alîkarî bi rêya dergeha Bab El-Hewa ya di navbera Tirkiye û Idlibê de derbas bibe. Rûsyayê xwest fişarê li dewletên rojavayî bike da ku bi hikumeta Şamê û herêmên di bin kontrola wê de re mijûl bibin. Lê rêveberiya Biden niha dixwaze 3 dergehan veke, 2 bi Tirkiyê re û 1 di navbera rojhilatê Firatê û Iraqê de. Dîplomatên amerîkî jî ji bo piştgiriya vê daxwaza Amerîkayê dest bi hemleyan kir.

‘HEŞD EL-ŞEBÎ BI PIRSA ÇARENÛSA WINDAHIYAN RÛ BI RÛ MAYE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li desthilatdarên Iraqê kir ku çaranûsa 643 mêr û ciwanên sûnî eşkere bike ku beriya 5 salan ji aliyê milîsên şîe yên girêdayî Heşd El-Şebî ve hatibûn revandin.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku ew kes di dema hemleya leşkerî ya Heşdî Şebî de ya 2016`an ku hewl da bajarê Felûca yê li rojavayê welêt ji destê DAIŞ`ê rizgar bike, winda bûne.

Li gorî şahidan di 3`yê heman mehê (Hezîran) de dema bi hezaran kes ji şer direvîn, çekdarên Heşd El-Şebî derdora hezar û 300 ciwan û mêr revandin.”

‘BANGEWAZIYÊN NAVNETEWEYÎ JI BO LIDARXISTINA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Tevgerên herêmî û navneteweyî ji bo derbaskirina astengiyên li hemberî pêkanîna plana aştiyê li Lîbyayê û nexşerêya ku diyaloga siyasî di çarçoveyeke navneteweyî de erê kiriye, berdewam in.

Spanyayê bang kir ku divê hilbijartin di dema xwe ya diyar de anku di 24`ê Kanûna bê de li dar bikevin. Li aliyekî din serokatiya komîteya şopandinê ya Lîbyayê ya navneteweyî bang li aliyên xwecih û navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna agirbestê li welêt gavên pratîk biavêjin.

Her wiha serokatiya komîteya şopandinê banga pêkanîna agirbestê kir ku li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2570 divê hêzên biyanî û çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.”

(şx)