Dagirkeriya Tirk li Zaxoyê malên sivîlan diziyan

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê çi dizî û talan kir, heman tiştî li Başûrê Kurdistanê jî dike. Dîmenê talankirina malên xelkê yên li Zaxoyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hatiye, hate weşandin.

Dagirkeriya Tirk li Zaxoyê malên sivîlan diziyan
4 hezîran, 2021   08:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê û vir ve ji bo dagirkirinê êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

Hêzên dewleta Tirk ku li herêmeke berfireh a Başûrê Kurdistanê dar birîn û ji bo firotinê birin Tirkiyeyê, eşkere bû ku malên xelkê herêmê jî talan kirine, alavên wan dizîne.

Li gorî nûçeya RojNewsê, dîmenekî ku li medya dîjîtal hate weşandin, talan û diziya li gundê Ruis ê li bajarokê Batûfa yê Zaxoyê nîşan dide.

Gundiyekî ku li mala xwe vedigere, dibîne ku camên xanî hatine şikestin, alavên li hundirê malê hatine dizîn.

Ev sûcê şer û talankarî bi taybetî li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran hate tesbtîkirin.