‘Dewleta Tirk avê wek zext li dijî gelên herêmê bi kar tîne’

Pêkhateyên Hesekê diyar kir ku qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve wek şerekî din e ku dagirker li dijî gelê herêmê û li dijî projeya demokratîk bi kar tînin. Şêniyan bang li rêxistinên navneteweyî û NY`yê kir ku destwerdanê bikin û gelê herêmê ji sûcên dewleta Tirk xilas bikin.

‘Dewleta Tirk avê wek zext li dijî gelên herêmê bi kar tîne’
4 hezîran, 2021   07:57
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê ve ava Firatê qut dike, di encamê de av gelekî kêm bûye û vê jî hişt ku asta ava bendavan û golan jî kêm bibe.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avê li ser kantona Hesekê bi taybet qut dikin, ji ber ku ji dema ku herêma Serêkaniyê dagir kiriye, ava stasyona Elokê qut dike ku avê dide milyon û nîvek welatiyên Hesekê û navçeyên wê.

/ar/uploads/files/2021/06/04/063758_amad-ttryan-28large29.webp

Îmad Teteryan ê ji pêkhateya Ermen ê ji Hesekê têkildarî mijarê axivî û got: "Dagirkeriya Tirk siyaseteke nû û plankirî bi kar tîne da ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengav bike, ji lew re ji bo berjewendiyên xwe avê wek kaxizeke zextê bi kar tîne."

Teteryan bang li rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku yekser destwerdanê bikin da ku çareseriyekê ji qutkirina avê re ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bibînin.

Li aliyekî din jî Silêman Hemo yê ji pêkhateya êzidî axivî û got: “Ji destpêka dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê ve ya li ser herêma Serêkaniyê û serwerkirina stasyona Elokê, em di rewşeke dijwar de ne, ji ber ku avê li ser herêmê qut dikin."

/ar/uploads/files/2021/06/04/063725_slyman-hmw-28large29.webp

Hemo qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve bi vê gotinê wesifand: “Ev sûcekî din ê dewleta Tirk ê li dijî gelên herêmê û li dijî projeya me ya demokratîk e da ku vê projeyê têk bibin. Her wiha hewl dide Rêveberiya Xweser lawaz bike."

Welatiyê bi navê Mesûd Seydo jî der barê mijarê de axivî û got: "Her cara ku dagirkeriya Tirk avê li ser herêmê qut dike azarên me zêdetir dibin. Em zehmetiyan dikişînin, ji lew re em neçar dimînin ku avê ji sehrîcan bikirin."

Seydo destnîşan kir ku av mafekî giştî ye, lê dagirkeriya Tirk qutkirina avê wek kaxizeke zextê li dijî gelê herêmê û Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

/ar/uploads/files/2021/06/04/063820_msawd-sydw-28large29.webp

Seydo bang li rêxistinên pêywendîdar kir ku destwerdanê bikin û destekê bidin gelê herêmê da ku wan ji sûcên li dijî mirovahiyê xilas bikin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wan pêk tîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/urKOfb8-d4M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>