​​​​​​​HRE`yê êrişa çeteyan a li dijî gundê Soxanekê têk bir

HRE`yê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê şikand. Di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

​​​​​​​HRE`yê êrişa çeteyan a li dijî gundê Soxanekê têk bir
3 hezîran, 2021   12:43
EFRÎN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro êrişî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efînê ya dagirkirî kir. Lê Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) bersiva êrişan da û di encamê de şer derket. HRE`yê êrişa çetayan têk bir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di şer de 2 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.

Li gel wê jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gund heta niha topbaran dike.

(şx)

ANHA