‘Em ê şopdarên rêya şehîdan bin’

Li Kampa Veger a li navçeya Şêrawayê bi sedan şêniyên kantonên Şehba û Efrînê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Hemo yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû û got “Em ê şopdarên rêya şehîdan bin.”

‘Em ê şopdarên rêya şehîdan bin’
3 hezîran, 2021   11:38
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê merasîma sersaxiyê ya şehîd Xelîl Hemo (Xelîl) organîze kir. Konê sersaxiyê li qada Kampa Veger a li navçeya Şêrawayê hat vedan.

Beriya lidarxistina merasîmê şêniyan berxwedana şehîdan û şêniyên Efrînê silav kir.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Mihemed Kenco axivî û sersaxî da malbata şehîd Xelîl. Kenco got: “Em di şexsê şehîd Xelîl de hemû şehîdên rûmetê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

/ar/uploads/files/2021/06/03/102051_mhmd-knjw-28nskh29.webp

Kenco diyar kir ku şehîd ji bo ku gel bi rûmet bijî, canê xwe feda dikin. Her wiha berxwedana şêniyên Şêrawayê û berxwedana şêniyan li hemberî dagirkeriyê û êrişên wê silav kir. Piştre bi navê Kongreya Star a navçeya Şêrawayê Rîhane Elî axivî û behsa fedakariyên jinan kir û got: “Ji bo axa welêt dayikan zarokên xwe feda kirin. Dewleta Tirk her roj gund û malên me topbaran dike. Lê dîsa jî em dev ji berxwedana xwe bernadin.”

/ar/uploads/files/2021/06/03/102027_ryhanh-alw-28nskh29.webp

Rîhane piştrast kir ku ew şopdarên rêya şehîdan in heta ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar dibe.

/ar/uploads/files/2021/06/03/102000_rwkan-bazykw-28nskh29.webp

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) Rûken Bazîko wesîqeta şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de beşdaran berxwedana şêniyan a li Şêrawa û Şehbayê silav kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yDDpk9fmFL4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>