Meclisa Jinan a PYD: Divê jinên li herêmên dagirkirî werin parastin

Meclisa Jinan a PYD’ê li Herêma Firatê bang kir ku li hember tundiya li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên, bisekinin.

Meclisa Jinan a PYD: Divê jinên li herêmên dagirkirî werin parastin
2 hezîran, 2021   15:28
KOBANÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a li Herêma Firatê kombûnek li navenda Kongreya Star a Kobanê li dar xist. Ew yek têkildarî rêzeçalakiyên hemleya ku Meclisa Jinan a PYD’ê ji bo temamkirina hemleya xwe "Na ji komplo, na ji dagirkerî û na tundiyê re" pêk hat.

Di kombûnê de meclisê li ser rewşên tundiyê yên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî pêk tên daxuyaniyek da. Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê Hêvîn Silêman daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û jinan pêşengtiya wê kir, şoreşa azadî û demokratiyê ye, bi wê re jinan tevahî qeydên ku ew bi navên adat û kevneşopiyên civakê kelepçe kirine, têk birin.

Divê em li hember tevahî rewşên tundî û komployên li dijî jinan bisekinin, mîna çawa li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên. Li herêmên dagirkirî jin tên tecawîzkirin û revandin.

Em bang dikin ku sînorekî ji sûcên li dijî jinan re deynin û li kêlek jinan bisekinin, ji ber ew her tim dibin qurbanê fikirên civakê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Gq8V6pFgK4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>