17 rêxistinan li Başûrê Kurdistanê: A ku Tirkiye dike, jenosîda xwezayî ye

 17 rêxistinên jîngehê û civaka sivîl êrişên dewleta Tirk a dagirker û talankirina xwezaya Kurdistanê şermezar kirin û gotin:“Tirkiye bi kûrahiya 40 kîlometreyan xaka Kurdistanê dagir kiriye, daristanên Kurdistanê talan dike û darên wê difiroşe. Ya ku Tirkiye dike, jenosîda xwezayî ye."

17 rêxistinan li Başûrê Kurdistanê: A ku Tirkiye dike, jenosîda xwezayî ye
2 hezîran, 2021   10:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker di 23 Nîsana 2021’an de li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Dewleta Tirk di êrişan de xelkê sivîl jî raste rast dike hedef, her wiha dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye. Nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir dibin. 17 rêxistinên jîngehê û sivîl yên Başûrê Kurdistanê, li avahiya Partiya Kesk ya Kurdistanê a li bajarê Silêmaniyê, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê Partiya Kesk ya Kurdistanê Dana Elî ve hatî xwendin de, hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometreyan xaka Kurdistanê dagir kiriye û serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê bin pê kiriye. Rêxistinan di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku dewleta Tirk dest bi talankirina jîngehê, kuştina sivîlan, derxistina xelkê sivîl ji cih û warên xwe jî kiriye û gotin; “Ev yek li dijî lihevkirinên navneteweyî ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev zêdetirî salekê ye ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya hinek şirketan hewl dide daristanên Herêma Kurdistanê ji holê rake, ji ber vê jî bê navber daran dibirin, dişînin Tirkiye û li wir di firoşin. Rêxistinan di daxuyaniya xwe de talankirina xwezayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi tûndî şermezar kir û wiha hate gotin: “Ev pêngava dewleta Tirk jenosîda xwezaya Kurdistanê ye. Em bang li serokkomar, serokwezîr, serokê Parlamentoya Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin ku li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ji bo rawestandina êriş û destdirêjiyan, giliye Tirkiye bikin.”

Piştî daxuyaniyê serokê Partiya Kesk ya Kurdistanê Milko Bazyan bersiva waliyê Dihokê ya ku gotibû; “Wêneya darên hatine birîn, kevin e” jî da û got: “Waliyê Dihokê dibêje ew wêne kevin in û yên sala borî ne. Lê ne wisa ne, nûnerê me sedana wê herêmê kiriye. Tirkiye şirketek darbirînê aniye herêmê. Tenê li Herêma Dihokê di nava 5 rojan de 700 hezar dar hatine birîn.”

Bazyan di dewama axaftina xwe de got: “Em ê li balyozxaneyên welatan, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY), Iraq û Başûrê Kurdistanê giliyê yasayî li dijî dewleta Tirk bikin. Em bang li mamostayên olî jî dikin ku di peyamên xwe yên roja Înê de, behsa talankirina xwezaya Kurdistanê bikin.”

Bazyan herî dawî behsa helwesta Desteya Jîngehê ya Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Divê Desteya Jîngeha Başûrê di demeke zû de were hilweşandin û serokê wê dev ji kar berde. Ji ber ku ti helwesteke ya vê desteyê der barê vê mijarê de nîne.”