​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbic: Em bi xwestekên gelê xwe re ne

Meclisa Leşkerî ya Minbic û Gundewarên piştrast kir ku ew bi gelê xwe re ye û wiha got: "Me çawa ew ji qirêjiyên terorîstê rizgar kir ku bi aştî û azadî bijîn, lê dîsa jî erka me ya bingehîn parastina gel ji çi erîşeke derve, misogeriya ewlehî û aramiyê ye. Em bang li şêniyên me yên Minbicê dikin ku ji hin şaneyên xwe ku hewl didin bawerî û aramiyê derbe bikin, hişyar bin."

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbic: Em bi xwestekên gelê xwe re ne
1 hezîran, 2021   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî mijarê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser bûyerên dawî yên li Minbicê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Herêm bi tevahî û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet di pêvajoyeke hestiyar û nazik re derbas dibe, ji gefên derve û hundirîn û dorpêçê, bi wê re Minbic jî di nava van gefan de ye.

Em misoger dikin ku deriyên Rêveberiya Xweser ji diyalog û nîqaşan re li pêş tevahiyan vekirî ne, da ku xwestek û rexneyên xwe pêşkêş bikin. Her wiha aliyên derve û hundirîn ên ku tên nasîn herêmê ber bi alozî û fitneyê ve dibin hewl didin destkeftiyên gel, ewlehî û aramiya bajêr derbe bikin.

Ev yek bi rêya êrişên li ser baregehên ewlehî û leşkerî ji hêla hin kes û şaneyên sûcdar ve ku perspektîfên xwe ji aliyên derve werdigirin eşkere dibe û di encamê de gelek qurbanî û birîndarî çêbûn.

Ji ber ku ew alî hewl didin mijara xweparastinê bihane bigirin, lê erka xweparastinê ji 7 salan ve bêyî tu pirsgirêkan pêk tê. Ev yek jî misoger dibe ku ew alî hewl didin rewşa aborî û astengiyên li hember sûriyan li tevahî herêman û Minbicê bi kar bînin, da ku armanc û ajandeyên xwe pêk bînin û aramiya li Minbicê derbe bikin.

Em Meclisa Leşkerî ya Minbic û Gundewarên piştrast dikin li kêlek gelê xwe ne û me çawa ew ji qirêjiya terorîstê rizgar kir ku bi azadî û aştî bijîn, hîna jî erka me ya bingehîn parastina gelê me ji çi êrişeke derve, misogeriya ewlehî û aramiyê ye. Li gel wê jî em tevahî tedbîrên li hember planên sûcdariyê digirin.

Em bang li şêniyên xwe yên Minbicê dikin ku ji hewldanên hin şaneyan ên derbekirina bawerî û aramiya li herêmê, derxistina fitne û propagandayên teşhîrkirinê hişyar bin, ji ber ew hewl didin destkeftiyên gelê me têk bibin."

(fr)

ANHA