​​​​​​​Li Eyn Îsayê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li gundewarê navçeya Eyn Îsayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê de şer derket
1 hezîran, 2021   15:04
EYN ÎSA

Li gundên Mişêrêf û herêma di navbera depoyên Şirgirakê û navenda navçeya Eyn Îsayê de di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer rû dide.

Şer piştî ku çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin û li ser bersivdayînê hêzên hikumetê, derket.

Şer didome û agahiyên têkildarî ziyanan nehatin zanîn.

ANHA