Derziyên li dijî koronayê li xebatkarên tenduristiyê yên Dêrazorê xistin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê derziyên li dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) li xebatkarên tenduristiyê dixin.

Derziyên li dijî koronayê li xebatkarên tenduristiyê yên Dêrazorê xistin
1 hezîran, 2021   14:02
DÊRAZOR

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 400 derziyên li dijî vîrusa Koronayê wergirtin û dest bi aşlekirina xebatkarên tenduristiyê yên li beşê tenduristiyê yên giştî û taybet ên Dêrazorê kir.

Tê payîn ku derzîkirin dê sê rojan û ji saet 10:00 dike heta 12:00'an berdewam bike.

Xebatên derzîkirinê  li Nexweşxaneya Bisêra, Nexweşxaneya Şihêl, Navenda Tenduristiyê ya Cezrat, Nexweşxaneya bajarokê Siwer, Navenda Tenduristiyê ya gundê Ebû Hesen, Navenda Tenduristiyê ya gundê Mihêmîd, Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Zîban, Navenda Tenduristiyê ya gundê Ebû Herdûb, Navenda Tenduristiyê ya Teyana, Navenda Tenduristiyê ya Keşkiya û Navenda TEnduristiyê ya Baxozê tê kirin.

Derzîkirin li gorî du merheleyan, di navbera her du merheleyan de 65 roj in, piştre belgeyeke ku di qada navneteweyî de tê naskirin didin kesên aşlekirin ku îsbat dike ku hatiye aşlekirin

Piştî xebatkarên tenduristiyê, di demên bê de dê kesên bi temem û yên nexweş werin derzîkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa di 29'ê Gulana borî de ragihandibû ku 17 hezar û 500 derziyên li dijî vîrusa Koronayê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wergirtine.

Mistefa diyar kiribû ku destpêkê dê xebatkarên tenduristiyê werin aşlekirin û rêjeya ku ji bo aşlekirina xebatkarên tenduristiyê têrê dike. Her wiha gotibû:"Ji ber ku xebatkarên tenduristiyê di xeta parastina ya yekemîn li li hemberî vîrusa koronayê ne."

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eX_SvEMfaE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>