Ji kongreyê li Reqayê banga hevgirtina jinan hate kirin

Beşdarên  Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya gotin, jinan bi baweriya bi doza rizgariya xwe, xwe bi rêxistin kirin û li hemberî dagirkerî û faşîzmê banga hevgirtinê kirin.

Ji kongreyê li Reqayê banga hevgirtina jinan hate kirin
1 hezîran, 2021   14:51
REQA

Vê sibehê, li bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna jina rêxistinkirî em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê ava bikin" Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya bi beşdarbûna 150 nûnerên hêzên siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê komîteya amadekar a kongreyê ve hate kirin. Her wiha bi navê şandeyên siyasî yên beşdar jî axaftin hatin kirin.

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke şoreşgerî ya rasteqîn heye, jinên Sûriyê bi hemû reng û pêkhateyên xwe wêrekiriya xwe di her qadan de siyasî, leşkerî, çandî, aborî û rêveberî de îsbat kirin. Her wiha bi baweriya bi doza rizgarkirina jinan û rola xwe ya aktîv di avakirina civakeke azad û demokratîk de rêxistina xwe ava kirin."

Axaftina Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Rîhan Loqo ve hate kirin. Rîhan bal kişand ser rola jinên Ereb di şoreşê de û wiha domand: "Di şoreşê de rola jinên Ereb esasî û çalak e ku bi rêxistinbûyîna xwe ya ku hîna berdewam e mohra xwe li şoreşê dan û ji cîhanê re bûne sembol."

Rîhan destnîşan kir ku jinan bi têkoşîn, berxwedan û lehengiya xwe destkeftiyên şoreşê diparêzin û azadiya xwe bi dest xist.

'HÊVÎDAR IN KU JI KONGREYÊ BIRYARÊN GIRÎNG JI BO DAMEZRANDINA PÊVAJOYA BÊ DERKEVIN'

Di kongreyê de bi navê malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tekoşîn Mihemed jî axivî  û wiha got: "Tenê jin xwe di yek rêveberî û yek biryarê de bi rêxistin kirin da ku bi hemû hêz û serferaziyê têkoşîna xwe bidomîne, jin nûnertiya rêveberina civaka azad dike."

Tekoşîn Mihemed hêvî kir ku ji kongreyê biryarên girîgn ji bo xurtkirina rola jin û belavkirina fikirê azad di nav wan de derkevin.

Her wiha bi navê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesra Ebakê diyar kir ku şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa ji bo tevahî jinên Sûriyê û wiha got:  "Em bi hêvî ne ku kongrê bi biryarên girîng encam bibe ku pêvajoyeke nû ya ber edalet û wekheviyê  ve ji hemû jinan re li ser ava bike."

'DIVÊ EM LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN YEK'

Bi navê Çerkezên Minbicê, Sîham Hisên jî wiha got: "Em jin astengiyên li derdora me ne girîng in, divê em li hemberî dagirkerî û faşîzmê bibin yek û şoreşa xwe ya bi navê jinê biparêzin."

Bi navê pêkhateyê Tirkemen Cewhra El-Derda jî wiha axivî: "Jin pêşenga civakê ye û bingeha rizgarkirinê wê ye, jinan xeta rêber Abdullah Ocalan ê ku jiyana xwe ji bo rizgarkirina gelên bindest ên Rojhilata Navîn û azadiya jinan veqetandiye dişopînin, rêbertî rola da jinê û bi saya wî gelek kongrê di nav de kongreya kombûna jinên Zenûbiyayê hatin lidarxistin ku ev kongrê wê bibe xaleke girîng di dîroka têkoşîna jinan de."

Kongrê bi xwendina rapora rewşa siyasî û rêxistinî didome. Tê payîn ku di meclisa Kombûna Jinên Zenûbiya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.

ANHA