Rojnameyên erebî: Îran xebatên leşkerkirina zarokan li rojhilatê Sûriyê zêde dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa siyaseta Îranê li Sûriyê, tevgerên dewleta Tirk li Deryaya Spî û aloziya Lîbyayê, kir.

Rojnameyên erebî: Îran xebatên leşkerkirina zarokan li rojhilatê Sûriyê zêde dike
1 hezîran, 2021   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

HEMLEYA ÎRAN LI DIJÎ ZAROKAN LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh hate ragihandin ku Îran dest bi zêdekirina xebatên leşkerkirina zarokên bi navê "Berahim El-Firat" û fêrkirina wan ji zimanê farisî li herêmên di bin serweriya wê de, kir.  Nexasim li herêma Meyadîn ku bi navê paytexta Îran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê naskirin."

Li gorî çalakvanên ji bajarê Meyadîn ku weke paytexta Îran û milîsên wê li rojhilatê Firatê naskirin, navenda çandê ya Îranê dewreyên fêrkirina zimanê farisî ji zarokan bê pere vedike û ew dewre jî bi navê "Berahim El-Firat in". Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev dewreya dumîn e ku tê vekirin, a yekemîn jî bi heman şêwazî di Îlona 2020`an de hate vekirin.

'TECRÎD ERDOGAN NEÇAR DIKE BI EWROPIYAN RE ARAM BE'

Girêdayî tevgera dewleta Tirk rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Wezîrên Karên Derve yê Yewnanistan û Tirkiyê roja duşemê li Athena hevdîtina ku dê di navbera serokê her du welatan de ku wê di meha Hezîranê de were lidarxistin, ragihandin. Guhertinên herêmî û navneteweyî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan neçar kir ku tev li xebatên aramiyê, bibe.

Li gorî çavdêran ku tevlîbûna serokkomarê Tirkiyê ji hin xebatên aramiya navneteweyî û herêmî re ji ber zext li ser Tirkiyê zêde bûye.

 ‘ÇETE Û HILBIJARTIN DI NAVA DIYALOGÊN NAVBERA MACRON Û EL-DEBÎBE DE NE‘

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha got: "Serokê hikumeta Yekitiya Niştîmanî ya Lîbyayê ya Demkî Ebdulhemîd El-Debîbe îro dê bi awayekî fermî serdana Parîsê bike. Di serdanê de dê hevdîtinên girîng bi mezintirîn berpirsên Fransayê re were lidarxistin. Hevdîtin dê der barê dosyayên girêdayî hevkariya du alî di aliyê siyasî, aborî, ewlehî û leşkerî de be.

Serokatiya Fransayê got serokê Fransayê Emmanuel Macron dê îro serokê hikûmeta Lîbyayê pêşwazî bike da ku aramiya Lîbyayê nîqaş bike. Tê payîn ku Mackron destekdayîna ji aliyê siyasî li Lîbyayê nû bike heta bigêje hilbijartinên 24`ê Kanûnê.

(bx)