Rêveberiya Sivîl Minbicê bang li şêniyan kir: Ji hewldanên derxistina tevliheviyê hişyar bin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê bang li şêniyan kir û got: "Li hember welat, şênî, ewlehiya bajar û şêniyên wê berpirsiyar bin û nekevin xefka fitne û kesên hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin."

Rêveberiya Sivîl Minbicê bang li şêniyan kir: Ji hewldanên derxistina tevliheviyê hişyar bin
31 gulan, 2021   21:04
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê têkildarî şerê navbera hin şênî û endamên hêzên hikumeta Şamê de ku di encamê de qurbanî çêbûne, daxuyaniyek da û  bang li şêniyan kir ku nekevin xekfa kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji bo şêniyên me yên Minbic û gundewarên wê re; di vê dîroka Sûriyê de em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin ku aramiya siyasî tune, ev jî bandorê li tevahî hûrgiliyên jiyana sûriyan bi giştî dike.

Em li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Minbic û gundewarên wê bi taybet, di rewşeke aramî û aştiyê de dijîn, lê ev yek li kêrî kesên hewl didin ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin nayê, çi çeteyên Diri El-Firat dibe çi jî aliyên dîtir dibe.

Îro ber êvarî, dema derbasbûna erebeya ji cureya Pick-Up a hêzên hikumeta Şamê di gundê Hedhod re û kombûna gelek şêniyan li naverasta gund, di navbera şênî û wan de şer çêbû, di encamê ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Em Rêveberiya Minbic û gundewarên wê, bang li şêniyên Minbic û gundewarên wê dikin ku bi erka xe ya berpirsiyartiya li hember welat, şêniyên welatê xwe, ewlehî û aramiya bajêr û şêniyên wê rabin û nevkin xekfa kesên fitneyan derdixin û kesên aramî û ewlehiyê têk dibin, berovajî wê li hember her aliyê ku hewl dide aramî û ewlehiya bajêr têk bibe, bisekinin."

(fr)

ANHA