Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku li navçeya Amûdê di encama krîza dil de şehîd bûbû, eşkere kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
30 gulan, 2021   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî asayîşa Amûdê, Ferhad Dawûd ragihand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ferhad Dawûd 29'ê Gulanê roja Şemiyê di encama krîza dil de şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re xwest û soz da ku dê rêya şehîd bidomînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Ferhad Dewûd
Navê bav: Seûd
Navê dayikê: Turfe
Cih û dîroka tevlêbûnê: Amûdê 22.01.2018
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê 29.05.2021

(dx)