Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re xwest. Şehîd Dîgor di 26`ê Gulanê de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şervan Dîgor re hate xwestin
30 gulan, 2021   11:52
HELEB

Bi sedan şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Yûsif Bekir (Şervan Dîgor) ku li pêşiya mala wî li aliyê rojava yê taxê hatiye vedan.

Şandeyên partiyên siyasî, TEV-DEM, Kongreya Star, komîn û meclisên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd Şervan Dîgor, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên meclisa xeta şehîd Rûbar Qamişlo Îsa Mistefa, endama Kongreya Star Xada Ebdo, endamê PYD`ê Elî Şêx û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Hemûd axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Şervan re hate xwestin û behsa berxwedana şehîd Şervan li hember êrişên dewleta Tirk hate kirin. Her wiha îşaret bi israr, îrade û têkoşîna şehîd ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hate kirin. Axaftvanan diyar kir ku şehîd meşaleya azadî û çavkaniya hêz û îradeyê ne û ji bo jiyana azad û birûmet tê dikoşin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fehîme Henan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

(bx)

ANHA