Partiya Kesk a Kurdistanê nave xwe kir Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Kesk a Kurdistanê di encama kongreya xwe ya duyemîn de derbasî sîstema hevserokatiyê bû û navê partiyê jî kir Partiya Kesk a Demokratîk.

Partiya Kesk a Kurdistanê nave xwe kir Partiya Kesk a Demokratîk
30 gulan, 2021   11:15
QAMIŞLO

Di 28`ê vê mehê de Partiya Kesk a Kurdistanê kongreya xwe ya duyemîn bi dirûşma "Ber bi Sûriyeke pirreng, demokrat û nenavendî ve ku jiyanê di jîngeheke ewle de misoger bike" li dar xist.

Encamên kongreyê wiha ne:

1- Sîstema partiyê ji serokatiyê veguherî hevserokatiyê.

2- Navê partiyê ji Partiya Kesk a Kurdistanî bû Partiya Kesk a Demokratîk.

3- Reşa Ebas û Luqman Ehmê bûne hevserokên partiyê.

Hêjayî gotinê ye Partiya Kesk a Kurdistanê 12`ê Çileya 2013`an de hatibû ragihandin û kongreya xwe ya yekemîn di 27`ê Gulana 2015`an de li dar xistibû.

(sb)

ANHA