PDK nahêle Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin 

PDK’ê hêzeke leşkerî şand pêşiya meşvanên ‘Mertalên ZindÎ’ da ku asayîşa Dêgele derbas nekin û derbasî Behdînanê nebin.

PDK nahêle Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin 
30 gulan, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê ragihand ku beriya meşvan bigihêjin asayîşa Dêgele ya di bin kontrola PDK’ê de, PDK’ê hêzeke zêde şandiye pêşiya wan û destûrê nadin ‘Mertalên Zindî’ li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin.

Hate gotin, hêzên asayîşê rê nadin rojnamevan jî çalakiyê bişopînin û astengiyê derdixin. Çalakvan hewl didin bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û meşa xwe dewam bikin.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê ragihandiye, berpirsên asayîşê ji wan re gotiye ew li benda telîmata waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav in. Eger destûr nedin jî dê çalakiya xwe veguherînin çalakiya rûniştinê.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IUjmBky5X0E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>