​​​​​​​Rewşa siyasî ji şêniyên Dirbêsiyê re hate nirxandin

Meclisa Navçeya Dirbêsiyê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî civînek ji şêniyan re li dar xist. Di civînê de pirsgirkên xizmetguzarî û rêbazên çareserkirina wan jî hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Rewşa siyasî ji şêniyên Dirbêsiyê re hate nirxandin
​​​​​​​Rewşa siyasî ji şêniyên Dirbêsiyê re hate nirxandin
​​​​​​​Rewşa siyasî ji şêniyên Dirbêsiyê re hate nirxandin
29 gulan, 2021   19:14
HESEKÊ

Civînê bi dehan şêniyên Dirbêsiyê li Parka Şehîd Zevîn a li navenda navçeyê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir geşedanên dawî li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn nirxandin û wiha got: "Li herêmê guhertin û pêşketinên bi lez rû didin, divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van geşednan haydar bin."

Bekir destnîşan kir rejîmên desthilatdar û yên dijberî Tevgera Rizgariya Kurdistanê plan dikin ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibin, her wiha îşaret bi êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha got: "Xema rejîmên kapîtalîst ne tenê partî yan jî tevgereke cuda ye, lê belê hewl didin projeyên demokratîk û felsefeya fikira demokratîk têk bibin."

Bekir wiha domand: "Ji ber vê yekê em dibînin ku dewleta Tirk a ku herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, bi dijwarî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike. Lê beramberî van êriş, revandin, qetilkirin, penaberkirin û koçberkirina ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tînin, tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî bê deng in."

Bekir diyar kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka xwe helwesteke cidî nîşan bide.

Di dawiyê civînê de, şêniyan behsa gelek pirsgirêk, dozên civakî û xizmetguzarî yên li navçeyê û rêbazên çareserkirina wan kirin.

(fr)

ANHA