Dayikên gerîla êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Dayikan gerîla yên navçeya Şêranê ya Kobanê di civînekê de piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Meydayê anîn ziman.

Dayikên gerîla êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Dayikên gerîla êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Dayikên gerîla êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Dayikên gerîla êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
29 gulan, 2021   18:44
KOBANÊ

Civîn ji aliyê Meclisa Navçeya Şêranê, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi beşdarbûna bi dehan dayikên gerîla hate lidarxistin.

Civîn li dibistana Arsetelaş a Navîn a li navçeyê hate lidarxistin û bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Raperîn Kobanê axivî û got:"Şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê vê carê cuda ye, ji ber ku têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê armanc dike, ji ber dizanin ku ev tevger rêya yekane ya ber bi azadiya Kurdistanê ve ye."

Raperîn Kobanê ev li gotina xwe zêde kir:"Rêber Ocalan armanca êrişên Tirkiyê ye, ji ber ku wî fikirê azadiya Kurdistanê daye gelê Kurd û ew li dijî zilim û zoriyê sekinî, ji lew re li dijî wî komplo pêk anîn û ew xistin girtîgeha Îmralî, dûvre jî tecrîda li giran li ser ferz kir ku hîna jî didome."

Raperîn Kobanê di berdewama nirxandinên xwe de êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wekî komploya 1999`an a li dijî rêber Abdullah Ocalan  û komployek li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gerîla bi nav kir û got, armanc ji van êrişan dagirkirin û ji nû ve parçkirina Kurdistanê ye.

Raperîn Kobanê bi domdarî got:"Em niha di şerê cîhanê yê sêyemîn de ne û armanca wê qirkirina gelê Kurd e. Divê destekê bidin gerîla, her wiha divê gelê Kurd li hemberî planên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina tevahiya gelê Kurd hişyar be."

Piştî axaftin bi dawî bû, dayikên gerîla daxuyaniyek dane, tê de êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macida Hesûn daxuyanî xwend.

Dayikên gerîla di daxuyaniyê de êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku qirkirina gelê Kurd dike armanc, şermezar kirin.

Her wiha piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla anîn ziman û got ew ê heta serkeftinê piştevaniya zarokên xwe bikin.

Di dawiya daxuyaniyên de dayikan bang li civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan kir li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bêdeng nemînin.

(eh)

ANHA